Berdevkê YNK'ê: Em ê dest ji daxwazên xwe bernedin
Berdevkê YNK'ê Karwan Gazneyî diyar kir ku YNK dixwaze bibe yek ji şirîkên hikumeta Herêma Kurdistanê û ji vê daxwaza xwe tawîzê nede.
Berdevkê YNK'ê Karwan Gazneyî diyar kir ku YNK dixwaze bibe yek ji şirîkên hikumeta Herêma Kurdistanê û ji vê daxwaza xwe tawîzê nede.
Berdevkê YNK’ê Karwan Gezneyî di derbarê hewldanên ji bo avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê de civînek çapemeniyê lidar xist.
Karwan Gezneyî diyarkir ku wan heta niha li gel PDK’ê gelek civîn ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêmê lidarxistin. Gezneyî da zanîn civîna herî dawî ji bo qonaxa bê zemînsaz bû.
Her wiha Karwan Gezneyî da zanîn ku YNK dixwaze şirîkek rast yê hikûmetê be, ji ber wê çendê ewê li ser ti xalên ku wan di civînên li gel PDK’ê de ji bo avakirina hikûmetê pêşkêş kirine, tawîzan nedin.
Gezneyî got ku baweriya wan bi yekrêziya netewî heye û ji ber wê ew dixwazin li gel aliyên din ên Kurdî bi hevre li Bexdayê daxwaza mafên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bikin.