'Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê Cizîrê neterikînin'

Li Cizîrê ku terora dewletê di asta herî bilind de ye, berxwedana xwerêveberiyê ya gel mehek li dû xwe hişt. Cizîriyan di roja 30. a berxwedanê de careke din gotin, "Ev der welatê me ye, berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê neterikînin."

Li Cizîrê ku terora dewletê di asta herî bilind de ye, berxwedana xwerêveberiyê ya gel mehek li dû xwe hişt. Cizîriyan di roja 30. a berxwedanê de careke din gotin, "Ev der welatê me ye, berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê neterikînin." Tevî ku di nava 30 rojan de 47 sivîl hatin qetilkirin û êrîşên bi tank û topan roj bi roj giran dibin jî, Cizîrî bi biryar in cih û warên xwe neterikînin.

Fadil Ozer ê mala wî ya li Taxa Alîbeyê bû hedefa topan û bi çekên giran gule lê hat reşandin anî ziman, ku li taxê ne xendekek ne jî bendek heye, lê dîsa jî hêzên dewletê guleyan li taxê direşînin. Ozer da xuyakirin ku sedema êrîşan xendek nîne û got, "Armanc, paqijkirina vê derê ji mirovan e." Ozer ragihand ku tevî hemû êrîşan jî ew ê bajarê xwe neterikînin û got, "Armanca wan diyar e, dixwazin me hemûyan bikujin. Lê berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê vê derê neterikînin. Malên me xera bikin jî, em ê mal î taxa xwe neterikînin. Ev der cih û warê me ye."

Saît Irmak ê ku mala wî ya li Taxa Alîbeyê rastî êrîşa leşker û polîsên Tirk hat got, "Dewlet dixwaze Cizîrê hilweşîne". Irmak destnîşan kir ku ew ê ti carî Cizîrê neterikînin.

Mehmet Işikli jî da xuyakirin ku armanca bingehîn a êrîşan koçberkirna gel e û got, "Li vê derê gelê sivîl heye. Lê tevî vê yekê bombeyan dibarînin. Em weke gel, mal û welatê xwe naterikînin. Li taxên Cûdî, Sûr û Yafesê mirov hene. Ji ber ku mirovên li vê derê naçin ti cihî, guleyan li wan direşînin." Işikli axaftina xwe wiha dewam kir: "Tevî hemû êrîşan jî em ê li malên xwe bin. Ev 30 roj in di nava dorpêçiyê de êrîş dikin. Mirovên me qetil dikin. Mirovên me yên nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê. Lê dîsa jî em ê cih û warên xwe neterikînin."