Becerîklî: Hêrsa li dijî AKP'ê mezin dibe

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Saadet Becerîklî got, AKP ji bo roja bê darizandin dereng bixîne, zexteke giran dike û destnîşan kir, ku hêsa gel a li dijî AKP'ê roj bi roj zêde dibe.

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Saadet Becerîklî da xuyakirin, ku yê li ber polîtîkayên şaş û rejîma dîkta radibe, di aştî û demokrasiyê de israr dike HDP ye û got, "Ji ber ku dizanin neheqî û şaşitiya dikin wê rojekê eşkere bibin û bên darizandin, zextê zêde dikin. Gelê me jî vê yekê bi awayekî vekirî dibêje. Lewma hêrs gelekî mezin dibe."

'HDP LI BER REJÎMA DÎKTA RADIBE'

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Saadet Becerîklî li ANF'ê re axivî û ragihand, bêhiqûqiya li welêt tê kirin ne ya qebûlkirinê ye û ev nirxandin kir: "Gelê destnîşan dike, HDP yekane partî ye ku li ber sîstemê radibe û mûxalefetê dike. Yê ku îro li ber polîtîkayên wan ên şaş û rejîma wan a dîkta radibe, yê ku di aştî û demokrasiyê de israr dike HDP ye. Nikarin xwe li vê rastiyê rabigirin. Ji ber ku dizanin di nava rêveberiyeke zelal û demokratîk de wê neheqî û şaşitiyê wan eşkere bibin û bên darizandin, zexta xwe zêde dikin. Gelê me vê yekê bi rengekî vekirî dibêje. Lewma hêrs jî gelekî zêde dibe. Daxuyaniyên desthilatdariyê ku dibêje 'êdî kes xwe nêzî HDP'ê nake kes tevlî daxuyaniyên çapemeniyê jî nabin' hewldanên manîpulekirin û nixumandina rastiyê ye. Eger rastiyeke bi vî rengî hebe, wê çaxê gel serbest berde, bê wê bê yan nayê?"

Becerîklî da zanîn, ew li taxan nêzîkatiya gel bi zelalî dibînin û anî ziman, ku ji heft heta heftê salî her kes radigihînin ku di têkoşînê de bi me re ne. Becerîklî got, "Eleqeya zarokan bi xwe, moralê dide mirovan. Ji bo dewamkirina têkoşînê hêzê dide me."

BIRYARA VEKIŞÎNA JI MECLÎSÊ WÊ GEL BIDE

Becerîklî diyar kir, biryara vekişîna HDP'ê bi temamî ji Meclîsê, di civîna Koma Partiyê û Desteya Rêveberiya Navendî de nikare were girtin û da xuyakirin, ku e biryar gelekî giran e, lewma tenê gel dikare vê biryarê bide. Becerîklî got, "Wê bi gel re civîn werin lidarxistin û di encamê de ev nêrîn wê zelal bibe. Di nava gel de hê gelek mirovên dibêjin dev jê berdin, biçin nîne. Tê destnîşankirin, ku ew der çepereke hatiye bidestxistin e, divê israr di siyaseta demokratîk de hebe. Piştî ku me xwe gihand beşeke mezin a civakê, ev rewş wê zelal bibe. Wê hingî bê nîqaşkirin."

'BI QEYÛM XWE BI XWE DIXAPÎNIN'

Parlamenter Becerîklî da xuyakirin, ku qeyûmê li Şaredariya Êlihê hatiye bicihkirin, bi darbeyeke sivîl û gelekî neheq, zextê li vîna gel dike û got, "Gel xwe nêzî qeyûm nekir. Yên xwe nêzî qeyûm dikin, ew kes in ku xwe ji desthilatdariya îro xwedî dikin. Gel bi ti awayî destekê nade. Dûrî vîna gel e. Ji bilî meşandina karê xwe, daxwaze kesî jê nîne. Ji xwe ne derdê wan e ku bikeve nava gel. Xwe bi xwe dixapînin. Bi çêkirina park û bexçeyan dixwazin di hilbijartina pêş de şaredariyê bi dest bixin. Di civînên taxan de gel vê dibêje: 'Temamiya xaniyên me, van kolanan ji zêr jî çêbike, ti qîmeta xwe li cem me nîne'. Gel bi bawer e ku ew şaredarî ya gel e."

Becerîklî ragihand, zexta di dema dawî de li HDP'yiyan tê kirin, wê bandorê li hemû hêzên demokrasiyê û her kesên li dijî rejîma dîkta derdikevin bike û got, "Ev helwest wê bandorê li polîtîka derve jî bike. Tirkiye hewl dide eniyên nû li Rojhilata Navîn veke. Hewl dide bi rengekî topyekûn li dijî destketiyên gelê Kurd şer bike. Lazim e her kesên mûxalîfê rejîmê baş bi vê zanibin. Eger ev polîtîka dewam bike, AKP a ku serberjêr bûye, wê piştî demekê hilweşe. Pêwîste girseyên dane dû AKP'ê bi vê zanibin. Hikûmet hewl dide sîstemekê welê ava bike û yên li dora xwe bide jiyîn. Her kesên dixwazin pêşî li vê bigirin, divê bi hev re tevbigerin. Lazim e her kes bi vê berpirsyariya wijdanî rabe."

...