Balûken: Divê derhal hevdîtin bi Ocalan re bê kirin

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken da xuyakirin, ku têkildarî rewşa Ocalan, agahiyên ji aliyê hikûmetê ve tên dayîn têrê nakin û destnîşan kir, ku divê parêzer an jî malbat derhal karibin biçin Îmraliyê.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken da xuyakirin, ku têkildarî rewşa Ocalan, agahiyên ji aliyê hikûmetê ve tên dayîn têrê nakin û destnîşan kir, ku divê parêzer an jî malbat derhal karibin biçin Îmraliyê.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, der barê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaln de, ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê tirs û fikarên gelê Kurd zêde bûne, ji ANF'ê re axivî.

Balûken da xuyakirin, ku pêşdîtin û tespîtên Ocalan ên li ser polîtîkaya navxweyî ya li Tirkiyeyê, li ser Rojava, Sûriye, Iraq û tevahiya Rojhilata Navîn di roja îro de piştrast dibin û diyar kir, hêzên ji van analîzên Ocalan ditirsin, di pêvajoya ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de ji bo nêrînên Ocalan negihêjin gel û siyasete, tecrîdê dişidînin.

Balûken ragihand, ji 7'ê Hezîranê û vir ve darbeya Qesrê di meriyetê de ye û hişyarî da, ku eger di dema pêş de li ser bingeha demokrasî, mafên mirovan, çareserî, aştî û dewleta hiqûqê de guhertin neyên kirin, dibe ku darbeyên nû derkevin pêşiya gelên Tirkiyeyê.

'DIVÊ MALBAT AN JÎ PARÊZER KARIBIN DERHAL BIÇIN ÎMRALIYÊ'

Balûken da xuyakirin, ku li ser rewşa tenduristî û ewlekariya Ocalan ew bi fikar in û got, "Di vê mijarê de dilê me ne rehet e. Me xwest tespît bikin bê wê şevê li Îmraliyê çi qewimî, rewşa tenduristiyê ya Birêz Ocalan çi ye. Ji bo vê jî em li cem Musteşariya Ewlekariyê ya Cemaweriyê û Wezareta Edaletê di asta herî bilind de hevdîtin kir. Agahiya ku wan ji me re got, me jî ji raya giştî re ragihand. Lê belê, tevî van agahiyan me xwest, parêzer û malbat derhal biçin Îmraliyê, ev daxwaza me di asta herî bilind de bê nirxandin û bersiv ji me re bê dayîn. Heta niha em vê pêvajoyê dişopînin. Heta niha nêrînek di vî warî de ji me re hatiye ragihandin, nîne. Serlêdanên malbatê û parêzeran tên astengkirin. Em ji nêz ve mijarê dişopînin. Li gorî bersiva ji me re bê dayîn, heyeta me dikare daxuyaniyeke nû bide. Em di wê baweriyê de ne ku divê bersiv ji vê daxwazê re bê dayîn û agahiya li ser şert û mercên tenduristiya Birêz Ocalan karibe ji aliyê parêzer an jî malbatê ve bê piştrastkirin. Ji bilî vê yekê, agahiyên hatine dayîn bi tena serê xwe têrê nake. Me ev yek ji rayedarên desthilatdariya AKP'ê re jî ragihand."