Bajarên Botanê li dijî dorpêçê deng dan
Bi hezaran kesên ji Şirnex, Qoser, Nisêbîn, Hezex û Êlihê tevlî çalakiya bi dirûşmeya, “Li dijî zilmê deng derxe, deng bide aştiyê” bûn.

Çalakiya bi armanca rizgarkirina birîndarên li Cizîrê û li dijî polîtîkayên şer ên AKP’ê ya bi dirûşmeya, ““Li dijî zilmê deng derxe, deng bide aştiyê” bi tevlîbûna bi hezaran kesên li Şirnex, Qoser, Nisêbîn, Hezex û Êlihê pêk hat. Welatiyan hem li qadên nobeda berxwedanê hem jî ji şibekayên malên xwe bi dengderxistinê deng dan çalakiyê.
Bi armanca rizgarkirina birîndarên 13 roj in li jêrzemîna avahiyek Cizîrê li benda rakirina nexweşxaneyê ne û li dijî polîtîkayên şer ên AKP’ê, HDP’ê û DBP’ê bi dirûşmeyê, “Li dijî zilmê deng derxe, deng bide aştiyê” banga çalakiya dengderxistinê kiribû. Bi hezaran kesên li Şirnex, Qoser, Nisêbîn, Hezex û Êlihê hem ji qadên nobeda berxwedanê hem jî ji malên xwe bi çalakiyên dengderxistinê tevlî çalakiyê bûn.