'Azadiya Minbicê wê ji sedî 90 ê Bakurê Sûriyeyê paqij bike'
Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal a Rojava-Bakurê Sûryeyê Hediye Yûsûf diyar kir, piştî ku Minbic azad bû, wê ji sedî 90 ê Bakurê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bibe.
Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal a Rojava-Bakurê Sûryeyê Hediye Yûsûf diyar kir, piştî ku Minbic azad bû, wê ji sedî 90 ê Bakurê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bibe.
Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal a Rojava-Bakurê Sûryeyê Hediye Yûsûf diyar kir, piştî ku Minbic azad bû, wê ji sedî 90 ê Bakurê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bibe.
Yûsûf bandora siyasî û leşkerî ya pêngava rizgarkirina Minbicê û Hevpeyvmana Civakî ya Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.
MINBIC WÊ HEVSENGIYÊN LI SÛRIYEYÊ BIGUHERÎNE
Yûsûf da xuyakirin, ku Pêngava Rizgarkirina Minbicê ya li ser daxwaza gelê herêmê destpê kir, bi kêrî berjewendiyên gelên herêmê tê û destnîşan kir, ku ew pêngava azadkirina Minbicê weke gaveke stratejîk û gelekî girîng dibînin.
Yûsûf diyar kir, pêngava rizgarkirina Minbicê tê wateya qutbûna têkiliya navbera çeteyên li Sûriye û Iraqê, tê wateya qutbûna têkiliya DAIŞ'ê ya bi Tirkiye û cîhanê re û ev nirxandin kir: "Bi vê pêngavê ve wê ji sedî 90 ê axa Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bibe. Her wiha bi saya vê pêngavê wê bêhn bê ber gel û bawermendên cuda yên li nava Federasyona Rojava-Bakurê sûriyeyê dijîn.
Wekî din, bi vê pêngavê ve wê Minbic ji bo xwegihandina hev a kantonên Efrîn û Kobanê bibe bingeke xurt. Ji ber vê girîngiya stratejîk a Minbicê, wê hevsengiyên siyasî û leşkerî yên li Sûriyeyê biguherîne. Di heman demê de azadbûna Minbicê, wê ne tenê têkçûna DAIŞ'ê be, wê ji bo dewleta Tirk jî bibe têkçûn."
WÊ RÊ LI BER TÊKÇÛNA DAIŞ'Ê Û DEWLETÊ DESTEKÊ DIDIN ÇETEYAN VEKE
Hediye Yûsûf dest nîşan kir, ku pêngava rizgarkirina Minbicê wê çeteyên DAIŞ'ê û destekvanên wê têk bibe û xizmetê ji gelên Sûriyeyê re bike. Yûsûf da zanîn, ev yek wê ji bo qedandina şerê 6 sal in dewam dike û çareserkirina krîzê de roleke girîng bilîze û got, "Ji vî alî ve wê hem hevsengiyên leşkerî hem jî yên siyasî biguherîne.
Wê hebûna hêzên demokratîk-şoreşger ên li Sûriyeyê guherîn û veguherînê dixwazin, careke din raxe pêş çavan. Wê îspat bike ku gelên Sûriyeyê hewcedar û mehkûmî rejîma Baasê û komên çete yên weke DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam nînin.
Ev pêngav wê ji bo gelên Sûriyeyê deriyê çareseriyê veke û di heman demê de rê li ber tinebûna DAIŞ'ê û têkçûna dewletên destekê didin van komên çete, veke.
GEL WÊ XWE BI XWE BI RÊXISTIN BIKE
Li ser naveroka Hevpeymana Civakî ya Rojava-Bakurê Sûriyeyê jî Hediye Yûsûf ev agahî da:
"Di vê mijarê de ez çend agahiyên giştî bidim we. Mînak;
* Bi vê hevpeymanê ve wê mafên jinan bi giştî bên ewlekirin û sîstema hevserokatiyê ya li hemû saziyan bê nûkirin.
* Jin wê di nava sîstema konfederal de xebatên xwe yên xweser, bi rengekî xweser û azad bmieşînin.
* Jin, ciwan, gel û baweriyên cuda, her kes wê di nava sîstema konfederal de cih bigirin û bibin xwedî mafê temsiliyetê.
* Her kesê 18 salî wê karibe dengê xwe bi kar bîne, di hilbijartinên herêmî û giştî de karibin bibin namzet.
* Sîstema konfederal wê xwe bi rengê akademî, kooperatîf û meclîsan li nava xebatên civakî bi rêxistin bike.
* Civak wê xwe bi rengê kongre û komunan di nava sîstema konfederal de bi rêxistin bike, wê tevlî mekanîzmayên biryardayînê ya kolektîf bibe.
* Dîwana edaleta civakî wê bi rengekî xweser û azad xwe bi rêxistin bike û bixebite. Bi vî rengî wê ji Rojhilata Navîn û Cîhanê re bibe mînak û modelek.
* Li kongreyên gel ên demokratîk, hemû sazî û rêxistinên sivîl wê bixebitin, bibin xwedî biryar û rêveberiya xwe diyar bikin.
* Hemû herêmên li nava Rojava-Bakurê Sûriyeyê cih digirin, bi şertê ku li nava sîstema konfederal bimînin wê sîstemên xwe yên xweser ava bikin û li ser vê bingehê bixebitin. Ji xwe Sîstema Federal a Demokratîk jî vê esas digire, xwe dispêre vê.
* Hemû herêmên li nava Rojava-Bakurê Sûriyeyê cih digirin, wê bi sîstema xweser a herêman bên birêvebirin, wê xwedî mafê gotinê bin û stratejiyên xwe yên herêmî bi xwe diyar bikin.
* Bi rêya kongreyên gelan wê xwe li qadên civakî û parastinê bi rêxistin bikin. Bi rêya van kongreyan wê vîna gelan li van qadan xwe nîşan bide."
HEVPEYMANA CIVAKÎ WÊ BIBE BERSIV JI DAXWAZÊN JIYANA WEHKEV A GELAN RE
Ji bo pirsa "Gelo ev hevpeyman wê bandoreke çawa li Sûriye, Rojhilata Navîn û Cîhanê bike?" Yûsûf ev bersiv da:
"Hevpeymana civakî wê ji bo daxwazên biratî, yekîtî û jiyana hevpar a gelan re bibe bersiv. Em bi vê piştrast in û û ji pratîka xwe, mejiyê xwe yê siyasî bawer dikin. Ev hevpeymana me, hevpyemaneke demokratîk e ku li navenda wê gel û baweriyên cuda hene. Lewma wê li Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û Cîhanê bibe modeleke nû."