Ata: Desthilatdarî guherîn, lê tecrîda li Îmraliyê neguherî

Ata got, "Tecrîda li ser Ocalan, tecrîda li hemberî gelên ku baweriya xwe bi paradîgmaya neteweya demokratîk anîne û berê xwe dane armanca wekhevî û yekîtiya dilxwaz e."

Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata bal kişand ser mercên tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman, ku ji sala 1999'an û vir ve desthilatdarî guherîne, lê konsepta li Îmraliyê neguherî ye. Ata got, "Tecrîda li ser Ocalan, tecrîda li hemberî gelên ku baweriya xwe bi paradîgmaya neteweya demokratîk anîne û berê xwe dane armanca wekhevî û yekîtiya dilxwaz e."

Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayla Akat Ata da xuyakirin, ku ji roja dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û vir ve ev 17 sal in tecrîd li Îmraliyê heye û anî ziman ku ew azadiya Ocalan weke azadiya jinên Kurdistanî dibînin. Ata ragihand, ku tecrîda li Îmraliyê di pêvajoya çareseriyê de jî dewam dikir û mijar ji ANF'ê re nirxand.

Ata diyar kir ku şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ragirtin, di mewzûata dewletê de cihê xwe nîne û mercên ne hiqûqî ne. 

Ata got, "Di nava qanûnên welêt de, şert û mercên ragirtina hikumxwaran hene. Lê belê sîstema li Îmraliyê tê meşandin, sîstemeke ku di nava qanûnên welêt de nîne. Em dixwazin hem vê sîstemê parçe bikin û ji holê rakin, hem jî di pêvajoya çareseriya demokratîk de ji aliyê hemû derdorên demokratîk ve weke sermuzakerevan bê nîşandan û em daxwaz dikin ku azad bibe. Weke KJA, ji bo azadbûna Birêz Ocalan em bi biryar in ku bi çalakiyên xwe yên demokratîk re bala raya giştî ya Tirkiyeyê bikişînin ser mijarê û yên welêt bi rê ve dibin, dawetî bicihanîna berpirsyariyên wan dikin."

Ata da xuyakirin, ku ti sparteyeke hiqûqî ya terîdê nîne û anî ziman ku li hemberî vê yekê gelek doz li dadgehên navneteweyî didomin. Ata got, "Ji bo rakirina mercên Birêz Ocalan de tê de ye, em di sala 1999'an de di nava parêzeran de bûn û me serlêdan kiribûn. Dozên li ser şert û mercên ragirtina Birêz Ocalan îro jî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dewam dikin. Dozên bi vî rengî li Tirkiyeyê tên taloqkirin û nayên dîtin. Ji aliyê hiqûqî ve ti encameke were bidestxistin nîne. Li vê derê merceke tecrîdê ku hiqûq jê re bêje erê yan jî na, nîne. Cihê sîstema girtîgeha Îmraliyê di hiqûqê de nîne. Lewma dozên li ser mijarê li DMME tên dîtin. Tevî ku dozên Birêz Ocalan hînê dewam dikin, hevdîtina bi parêzeran re tê astengkirin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li dû hev serlêdanan dike. Lê belê heta niha ti encam ji van serlêdanan derneketiye holê."

Ata ragihand ku şandina 5 hikumxwaran ji Îmraliyê re tecrîd ranekiriye û bibîr xist, ku di demên ku têkiliya Ocalan ji cîhana derve hat birîn de, li hemberî şoreşa jinê komkujiyên gelekî mezin hatin kirin. Ata got, "Du aliyên tecrîda li ser Birêz Ocalan hene. Em nikarin şandina 5 hikumxwaran weke rakirina tecrîdê bibînin. Tecrîd bi mercên sala 99'an re dewam dike. Jin vê tecrîdê di şexsê Birêz Ocalan de li dijî xwe dibînin. Li dora şiyara 'jin azad nebe, civak azad nabe' ya Birêz Ocalan bi mîlyonan mirov civiyan û cihê xwe di nava têkoşînê de girtin. Bi rastî jî li Kurdistanê pêvajoyeke şoreşê ya bi pêşengiya jinê heye, ku nav lê nehatiye kirin. Em dibînin ku hêzên vê dibînin û analîz dikin, êrîşî jinan dikin. Dema mirov li tabloya 6 mehên dawî dinêrin, dibînin ku ji ber şîdeta dewletê komkujiyên cidî hatine serê jinan. Bi vê şîdetê re tê xwestin, ku pêşî li şoreşa jinê were girtin.

Berdevka KJA'yê Ata da xuyakirin, ku tecrîd li hemberî jinên xwedî îdîaya azadiyê tê meşandin û got, "Tecrîda li hemberî gel e. Tecrîda li ser Ocalan, tecrîda li hemberî gelên ku baweriya xwe bi paradîgmaya neteweya demokratîk anîne û berê xwe dane armanca wekhevî û yekîtiya dilxwaz e. Tecrîda li ser Birêz Ocalan, tecrîda li hemberî gelên xwedî baweriya bi Tirkiyeya demokratîk hene, tê meşandin e. Ne tenê li hemberî jinan, ev tecrîd li dijî hemû gelan û hemû derdorên di nava têkoşîna paradîgmaya jina azad demokratîk de cih digirin, tê meşandin. Tecrîd li dijî her kesên dibêjin 'Tirkiyeya demokratîk' tê meşandin."

Ata da zanîn ku girtiyên ji Îmraliyê re hatin şandin, rastî heman tecrîdê hatin û axaftina xwe wiha dewam kir:

"Hikumxwarên birin cem Birêz Ocalan, di pêvajoya muzakereya bi Birêz Ocalan re hatibûn birin. Weke parçeyek ji hevdîtinan ew gav hat avêtin. Lê belê me ji destpêkê ve got ku birina 5 hikumxwaran vê tecrîda li ser Birêz Ocalan ranake. Birina wan ji Îmraliyê jî nîqaşa li dora tecrîdê naxe rojeva me. Tecrîd dewam dike. Tevî vê yekê ew hikumxwarên li wê derê man, nikarîbûn bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Tecrîda li Îmraliyê, li girtîgeha hevalên hatin sewqkirin veguheriye tecrîda li hemberî wan. Rastiyeke bi vî rengî heye."

Ata destnîşan kir ku ji roja destpêkê heta niha tecrîd dewam dike û diyar kir ku her çend desthilatdarî hatine guhertin jî sîstema li Girtîgeha Îmraliyê neguheriye.