Artêşa Tirk topan davêje Girê Spî

Artêşa Tirk a dagirker, bi topan li gundên Girê Spî (Tel Abyad) ên Sûsikê û Girê Sor dide. Hat ragihandin ku gundî, ji ber êrîşan asê mane.

Ji ber êrîşên Artêşa Tirk a dagirker a bi topan, sivîlên li gundên Sûsikê yê rojavayê Girê Spî li gund asê mane.

Li gorî agahiyên ji Girê Spî hatin wergirtin, topên ku artêşa Tirk a dagirker davêje, li gundê Sûsikê li 3 mal û dibistanekê ketiye. Ji ber avêtina topan sivîl asê mane.

Têkildarî êrîşê agahiyên zelal nehatin wergirtin û hat ragihandin ku xetên telefonê jî hatine qutkirin.