BI DÎMEN

Artêşa Tirk bombeyan li gundê Helhel ê Amedê dibarîne

Artêşa Tirk bi helîkopter û hawanan bombeyan li gundê Helhel ê navçeya Hezroyê dibarînin. Ji ber bomberdûmanê xisar li gelek malan bû. Gundî bi zorê ji mirinê filitîn.

Piştî ku Walîtiya Tirk a li Amedê li 8 gundên Licê, Hênê û Karazê derketina derve qedexe kir, operasyona leşkerî dest pê kir. Gundê Helhel ê navçeya Hezroyê, ku derketina derve lê nehatiye qedexekirin, ji ber operasyonê tê bombekirin. Artêşa Tirk bi helîkopter û hawanan bombeyan li bejahiya gundê Helhelê dibarîne. Ji ber hawanek bi 10 metroyî li nêzî gund ket, camên gelek xaniyên li gund şikestin. Her wiha şewat bi bejahiya gund ket.

Di dema bomberdûmanê de gundî li nava erdê xwe bûn û bi şensê tiştek bi wan nehat. Bomberdûmana li herêmê dewam dike. Gundî ji jiyana xwe bi fikar in.

Gundiyan bi telefona destan dîmenê bomberdûmana bi helîkopteran hat kirin, kişandin.