Artêşa Iraqê 3 gundên li herêma Mexmûrê rizgar kirin

Artêşa Iraqê ya li navçeya Mexmûr a Mûsilê bi cih bûye, danê vê sibehê li hemberî herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ye operasyonek da destpêkirin. Di encama vê operasyonê de 3 gundên din hatin rizgarkirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, operasyonê danê vê sibehê saet di 04:00 de destpê kiriye û di encamê de gundên Karame, Mehele û Hesriye ji çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin. Heman çavkaniyan ragihandin, şer hê dewam dike, 29 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin û hêzên artêşê bi çekên giran ber bi pira Geyara ve diçin.

Balafirên şer ên hêzên koalîsyonê jî ji hewayê destekê didin operasyonê.

Di çarçoveya operasyona ji bo rizgarkirina bajarok û gundên Mûsilê de, ji 24'ê Adara 2016'an û vir ve bi qasî 10 gund hatine rizgarkirin. Lê belê, di encama êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de çend ji van gundan careke din ketin destê DAIŞ'ê.