Amûdê berxwedana Bakur silav kir
Bi hezaran welatiyên Amûdê û bajarên Kantona Cizîrê, bi dirûşmeya ‘Bêyî Kurdan çareserî nabe, bêyî MSD’ ê Cenevre bi ser nakeve’ meşeke li dar xistin.
Bi hezaran welatiyên Amûdê û bajarên Kantona Cizîrê, bi dirûşmeya ‘Bêyî Kurdan çareserî nabe, bêyî MSD’ ê Cenevre bi ser nakeve’ meşeke li dar xistin.
Meclîsa Gel a bajarê Amûdê bi armanca piştgiriya berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê, li Amûdê meşeke organîze kir.
Bi hezaran welatiyên Amûdê, Hesekê û tevahiya bajarên Kantona Cizîrê, beşdarî meşê bûn.
Welatiyan alên YPG/YPJ’ê, TEV-DEM’ê, Yekîtiya Star û wêneyên şervanan YPG/YPJ’ê rakirin, her wiha pankartên, ‘Bêyî Kurdan çareserî nabe, bêyî MSD’ ê Cenevre bi ser nakeve’ vekirin û li pêşiya navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava kom bûn. Ji vir bi berzkirina dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Bakur” û “Bijî Berxwedana YPG, YPJ û YPS’ê”, dest bi meşê kirin û ber bi Qada Jina Azad ve bi rê ketin.
Piştî ku meşvan gihiştin Qadê, bername bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Gel a bajarê Amûdê, PYD’ê, Rêxistina Yekîtiya Star, Meclîsa Biratiya Gelan a bajarê Hesekê, axaftin hatin kirin.
Axaftvanan dûrxistina Kurdan ji hevdîtinên Cenevre-3 şermezar kirin. Her wiha berxwedana Gelê Bakurê Kurdistanê ya li hember faşîzma dewleta Tirk jî, silav kirin.
Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.