Amediyan ji bo Sûrê xeleka ji mirovan çêkirin

Amediyên li ber avahiya DBP'ê ya Bajêr li hev civiyan, xelekek ji mirovan çêkirin û ber bi Sûrê ve meşiyan.

Berxwedana Sûrê ya li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, di roja 62. de ye. Bi pêşengiya DBP û HDP'ê Amediyan xelekek ji mirovan çêkirin. Hevserokê HDP ya Amedê Omer Onen, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, rêveberên DBP yê jî beşdarî meşê bûn. Welatiyên li derdorê û yên derketin şaneşînên malên xwe bi dengderxistinê piştgirî dan meşê û di rê de bi beşdariyên nû ve hejmara meşvanan her çû zêdetir bû. Di meşê de dirûşma "Bijî berxwedana Sûrê" hate berzikirin. 

Dema ku girseyê bi dirûşmeyan hat qada Batikentê ya navçeya Rezanê, li vir pêşiya gel ji aliyê polîsan ve girtin. Polîsan bi TOMA û wesayetên zirxî ve pêşiya gel girtin lê girseyê tevî astengiya polîsan xwestin bimeşin. Polîsan bi gaza îsotê û ava şid ve êrîşê gel kirin. Gel jî bi bi keviran ve bersiv da êrîşa polîsan. 

Gel demeke bi dirûşmên "Em gerîlayên li Sûrê li ber xwe dide slav dikin" sekna xwe berdewam kirin piştî ku polîs vekişiyan belav bûn.