'AKP destnedanê weke amûrek gef û zextê bi kar tîne'

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen da xuyakirin, ku ji bo qelskirina parlamenterên HDP'yî, bi fermana Qesrê, bi pêşengiya AKP'ê û bi desteka CHP û MHP'ê, di bin navê destnedanê de darbe li demokrasiyê hatiye kirin.

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen da xuyakirin, ku ji bo qelskirina parlamenterên HDP'yî, bi fermana Qesrê, bi pêşengiya AKP'ê û bi desteka CHP û MHP'ê, di bin navê destnedanê de darbe li demokrasiyê hatiye kirin.

Berdevkê HDP'ê parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen, mijara rakirina destnedanê û bangkirina li parlamenterên HDP'ê ji bo dayîna îfadeyê ji ANF'ê re nirxand. Bîlgen destnîşan kir ku ev pêvajo ji destpêkê ve li hemberî wekîlên HDP'yî weke amûreke zexta siyasî tê bikaranîn. Bîlgen got, "Li şûna ku ev kar li nava meclîsê were meşandin, li komîsyonê dosya yek bi yek bên lêkolînkirin û piştî nirxandina li Meclîsê ji dadgeriyê re bê şandin, rabûn bi rengekî komî ev mijar radestî dadgeriyê kirin."

Bîlgen destnîşan kir, ku ji ber nerazîbûna gel û rexneyên ji qada navneteweyî tên kirin, bi zorê nabin îfadeyê û got, "Ev yek jî dibe sedem ku pirsgirêkê demdirêj bike û vê yekê weke amûreke zext û gefê her tim bi kar bînin."

Ayhan Bîlgen da xuyakirin, ku rêbaza ji destpêka pêvajoyê ve tê bikaranîn ne ya qebûlkirinê ye û anî ziman, di demên darbeyê de jî rewşeke bi vî rengî derneketiye holê. Bîlgen ragihand, ew ê nebin parçeyek ji senaryoya hatiye amadekirin û got, "Em ê vê rewşa awarte, asayî nekin." Bîlgen diyar kir, ku ew ê li hemberî gefên bi rakirina destnedanê û bicihkirina qeyûman li şaredariyan, helwesta xwe ya bi biryar bidomînin.

Ayhan Bîlgen herî dawî got, ya divê were darizandin, divê karên nelirê û sûcên şer bin û da zanîn, her kes dibîne ev mesele bi rêya gefa destnedanê ya li hemberî HDP'yiyan, tê nixumandin. Bîlgen got, "Em naxwazin mafên destnedanê weke sûcekî bê dîtin. Eger civak û mûxalefeta civakî di vî warî de sekneke xurt, bi biryar û wêrek nîşan bide û desthilatdariya AKP'ê fêm bike, ku bi vê rêbazê nikare teslîm bigire, wê demê wê ji vê şaşîtiyê veger. Divê îradeyek derkeve holê ku pêşî li otorîterbûyînê bigire."