Ajokarê Encu hat binçavkirin

Polîsên ku pêşiya wesayîta Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu li Cizîrê qut kirin, ajokarê Encu, Velî Encu binçav kirin.

Polîsên ku pêşiya wesayîta Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu li Cizîrê qut kirin, ajokarê Encu, Velî Encu binçav kirin.

Pêşiya wesayîta Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu dema ber bi Hezexê ve diçû di ketina Cizîrê de ji aliyê tîmên taybet û wesayîtên zirxî ve hat girtin. Li ser daxwaza kontrolkirina nasnameyan Encu bertek nîşan da, li ser vê destûr nehat dayîn ku wesayît dewam bike. Domahiya astengkirinê de polîsan bi hinceta der heqê ajokarê Encu Velî Encu de lêpirsînek hatiye vekirin, binçav kirin. Tê payîn ku Velî Encu yên hatiye binçavkirin bibin dozgeriyê.