AGÎF’ê ji bo meşa li Dusseldorfê bang kir
AGÎF’ê ji bo meşa wê sibehê (26’ê Kanûnê) li bajarê Dusseldorf ê Elmanya bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
AGÎF’ê ji bo meşa wê sibehê (26’ê Kanûnê) li bajarê Dusseldorf ê Elmanya bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
Federasyona Karkerên Penaber ên Elmanya (AGÎF) ji bo meşa sibehê (26’ê Kanûnê) ya ji bo protestokirina qetlîamên AKP’ê yên li ser Kurdistanê ya li bajarê Dusseldorf ê Elmanya bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniya nivîskî de AGÎF wiha got: “Qetlîamên li bajarên Kurdistanê yên bi hefteyan e ji aliyê qatilên bi unîforma yên girêdayî AKP’e û Qesrê pêk tên her diçe zêdetir dibin. Mirov dema ji bo cenazeyên bigirin li kolanan tên hedefgirtin, di bodrûmên malan de asê dimînin, zarok, pîr bi birçîbûnê re têdikoşin û gelê bûyerên din bi awayekî aşkera şerê didome nîşan dide. Li milekî bi hezeran leşker û tîmên taybet ên ti cudahiya wan ji qatilên psîkopat tinene, li milê din jî ji biçûk heta mezin gelê Kurd tevî birçîbûn û bê derfetiyê jî kêliyekê dest ji berxwedanê bernade, datîne holê ku gelekî bi mafdariya xwe bawer wê ti hêz nikaribe pê.
JI BO MEŞÊ BANG
AGÎF bi tevlîbûna meş û mîtînga 26’ê Kanûnê roja Şemiyê ya wê li pêşiya Dusseldorf HBF di saat 12.00’an de destpêbike ve banga ji nû ve nîşandana ruhê piştevaniyê ya di berxwedana Kobanê de kir.