Agahî ji Hurşît Kulter ê DBP'yî nayê girtin
Agahî ji rêveberê DBP'ê Hurşît Kulter ê hat gotin binçavkirî ye, nayê girtin. Ji hesabekî tîmê taybet ê medya civakî hat ragihandin, ku Kulter hatiye binçavkirin.
Agahî ji rêveberê DBP'ê Hurşît Kulter ê hat gotin binçavkirî ye, nayê girtin. Ji hesabekî tîmê taybet ê medya civakî hat ragihandin, ku Kulter hatiye binçavkirin.
Agahî ji rêveberê DBP'ê Hurşît Kulter ê hat gotin binçavkirî ye, nayê girtin. Ji hesabekî tîmê taybet ê medya civakî hat ragihandin, ku Kulter hatiye binçavkirin. Malbatê işaret bi xeteriya înfazê kir û banga lezgîn kir.
Ji rêveberê DBP'ê yê Bajarê Şirnexê Hurşît Kulter ê hat gotin binçavkiriye, agahî nayê wergirtin. Duh êvarê di hesabekî medya civakî yê tîmê taybet ê bi navê "BOF @Tweet_Guneydoğu" de wêneyê Kulter hat parvekirin. Piştî demekê ev mesaj û wêne hatin jêbirin û hesab jî hat rakirin.
Parêzer û wekîlên HDP'yî ketin nava tevgerê lê belê Midûriyeta Emniyeta Tirk a li Şirnexê binçavkirina Kulter qebûl nakin. Parêzeran serî li Dozgeriya Komarê jî dan, lê ji wir jî encamek bi dest nexistin.
Malbata Kulter işaret bi xeteriya înfazê kir û banga lezgîn li raya giştî kir.