Şaredariya azad civaka demokratîk
Şaredariya azad a Kurdan ku bi Edîp Solmaz dest pê kirin, ji gelek aliyan ve bû mînak. Endama Koordînasyona PAJK'ê Koçerîn Amed got, mijara esasî vegera li civakîbûnê ye.
Şaredariya azad a Kurdan ku bi Edîp Solmaz dest pê kirin, ji gelek aliyan ve bû mînak. Endama Koordînasyona PAJK'ê Koçerîn Amed got, mijara esasî vegera li civakîbûnê ye.
Tecrûbeya destpêkê ya Kurdan a şaredariya azad, di hilbijartinên 1979'an de dest pê kir. Kurd piştî 20 salan bi navê partiya xwe tevlî hilbijartinan bûn û 37 şaredarî bi dest xistin. Di her hilbijartinê de ev hejmar zêde bû û di hilbijartina dawî ya xwecihî de bû 102 şaredarî. Zext û zora dewletê jî her zêde bû.
TECRÛBEYA DESTPÊKÊ YA ŞAREDARIYA AZAD
Di hilbijartinên xwecihî yên sala 1979'an de, li navçeya Curnê Reş a Rihayê Nadîr Temel û li Êlihê jî Edîp Solmaz bûn namzetên serbixwe û bi ser ketin. Di heman hilbijartinê de Durre Kaya, Saadet Yavûz û Emîn Haci Yûsûfoglû jî bûn endamên meclîsa şaredariyê. Lê belê Şaredariyê Êlihê Edîp Solmaz 27 roj piştî hilbijartina xwe hate kuştin. Nadîr Temel jî piştî demeke kin ji wezîfeyê hate wergirtin. Tevî ku ev tecrûbe ji bo demeke kurt jî be, di warê rêveberiyê xwecihî de ji bo Kurdan tecrûbeya destpêkê bû. Di hilbijartinên xwecihî yên 26'ê Adara 1989'an bi navê partiyên cuda 14 şaredarî hatin bidestxistin. Di 16'ê Îlona 1993'an de 14 şaredar tevlî nava DEP'ê bûn. Ji SHP 8, ji serbixweyan 2 û ji ANAP, DYP, CHP û DSP'ê jî her yek ji bajar û navçeyan tevlî DEP'ê bûn.
Şaredariyên ku di vê demê de bi nasnameya Kurd hatin bidestxistin, Edîp Solmaz ji bo xwe mînak didîtin. Bi feraseta Edîp Solmaz ku ji bo 27 rojan jî be, hewl dan nêzîk bibin û li ser xeta Edîp Solmaz şaredariyan bi rê ve bibin. Lê belê desthilatdariyê der barê gelek şaredaran de lêpirsîn vekir û ji wezîfeyê dûr xist. Welê li gelek şaredaran kirin ku neçar man ji Kurdistanê derkevin.
TECRÛBEYA BI NAVÊ PARTIYÊ
Tecrûbeya rêveberiyên xwecihî bi navê partiyê, di sala 1999'an de bi hilbijartinên şaredarî û meclîsa giştî ya bajaran dest pê kir. Di hilbijartinên xwecihî yên sala 1999'an de bi navê HADEP'ê Kurd tevlî bûn. Hilbijartinên xwecihî û giştî yên 18'ê Nîsana 1999'an hatin kirin jî ji bo Kurdan dihate wateya serdemeke nû. HADEP'ê 37 şaredarî bi dest xist ku 1 ji wan Şaredariya Bajarê Mezin (Amed), 6 ji wan bajar (Agirî, Êlih, Çewlik, Colemêrg, Sêrt û Wan) bûn. Navçeyên Qoser û Dêrikê yên Mêrdînê û navçeya Bazîdê ya Agiriyê di dîroka xwe de yekemcar ketin destê şaredarên jin. Ev dem tevî ku ji bo bicihanîna armanca şaredariya civakî demokratîk hate bikaranîn jî, bi giranî ji bo jiyana civakê xizmet hatin dayin. Di heman demê de karên civakî, çandî û perwerdeyî jî hatin kirin ku li bajarên Kurdan hema bêjin qet tine bûn. Bi şaredariyên civakî re hewl hate dayin ev kêmasî ji holê bê rakirin. Hebûna şaredarên jin, cihgirtina jinan li nava şaredariyan û rêveberiya jinê rengê xwe nîşan dida.
DESTHILATDARÎ YEKSER KETE NAVA LIV Û TEVGERÊ
Desthilatdarî nesekinî û yekser dest bi êrîşê kir. Şaredarê Agiriyê Huseyîn Yilmaz ji wezîfeyê hate dûrxistin û hewl hate dayin ku pêşî li feraseta şaredariya demokratîk û civakî bê girtin. 19-28'ê Sibata 2000'î Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Ferîdûn Çelîk, Şaredarê Sêrtê M. Selîm Ozallp, Şaredarê Çewlikê Feyzûllah Karaaslan, li kolanan ji aliyê jendermeyan ve hatin destgîrkirin. Jenderme û polîsan avêtin ser avahiyên şaredariyan. Li her sê bajaran gelek kes hatin destgîrkirin. Şaredarên her sê bajaran hatin girtin û li Girtîgeha Amedê hatin bicihkirin, piştre ji bo bi rengekî negirtî werin darizandin hatin berdan.
HEJMAR ZÊDE BÛ, RENGÊ JINÊ BÊHTIR XUYA KIR
Di hilbijartinên xwecihî yên 28'ê Adara 2004'an de Amed, Êlih, Dersim, Colemêrg û Şirnex di nav de bi giştî 57 şaredarî hatin bidestxistin. Jinên Kurd bi namzetên xwe tevlî hilbijartinê bûn. Bi cihêkariya pozîtîf hejmara namzetên jin ên li lîsteyan 100 derbas kir. Hejmara şaredarên jin ku asla 1999'an 3 bû, sala 2004'an bû 9.
Bi taybetî di vê demê de nîqaş li ser modela şaredariya azadîparêz nîqaşên cidî û kar hatin kirin. Biryarên ku bi gel re dihatin wergirtin, polîtîkaya bajarvaniyê, afirandina cihên kar ji bo jinan û xizmetên ji bo jinan derketin pêş. Yekemcar di vê demê de Şaredara Edene-Kuçukdîkîliyê Leyla Guven pêkanînên ji ber tundiya li jinê, betlaneya bi heq a 8'ê Adarê li peymanên kar bi cih kir. Taybetmendiya sereke ya vê demê, cudahiya şaredariya jinê ye. Di heman demê de konfearnsa jinan a rêveberiyên xwecihî ya navneteweyî hate kirin û di konferansê de pêşnûmeya modela rêveberiyên xwecihî yên azadîparêz ji nîqaşê re hate vekirin.
BI WELATIYÊN AZAD BER BI BAJARÊN AZAD
Kurd bi DTP'ê tevlî hilbijartinên xwecihî yên 29'ê Adara 2009'an bûn. Bi dirûşma 'Bi welatiyên azad ber bi bajarên azad ve' işaret bi xeta azadîparêz a demokratîk hate kirin û hate ragihandin, ev xet li ser sê esasên sereke ne; azadîparêziya zayendî ya civakî, ekolojiya civakî û demokrasiya yekser. Di hilbijartinê de kotaya 40 ji sedî ya jinan hate ferzkirin û 8 bajar, 51 navçe û 40 bajarok bi giştî 99 şaredarî hatin qezençkirin. Di vê demê de gavên dîrokî hatin avêtin, weke; komîsyonên wekheviya jin-mêr, budçeya jinê, wekîliya daîmî ya jin an jî mêr ku gava destpêkê ya hevserokatiyê bû. Dewletê ev hewldan dît û bi navê 'Operasyonên li dijî KCK'ê bi dehan şaredar û bi sedan endamên meclîsa şaredariyê û xebatkarên şaredariyê girt.
MIROV, CIVAK Û XWEZAYA AZAD
BDP'ê diyar kir ku 'Rêveberiyên xwecihî ruh û kesayetiya azad a civakê ye ku li hemberî dewletê li ber xwe dide' û bi dirûşma 'Mirovên azad, civaka azad, xwezaya azad' tevlî hilbijartinên xwecihî yên 30'ê Adara 2014'an bû. Di vê hilbijartinê de BDP'ê 102 şaredarî bi dest xist ku 3 ji van Bajarên Mezin (Mêrdîn, Amed û Wan), 8 jê bajar (Agirî, Êlih, Bedlîs, Colemêrg, Şirnex, Îdir, Dersim û Sêrt), 67 jê navçe û 24 bajarok in. BDP'ê 11'ê Tîrmeha 2014'an navê xwe guhert û bi navê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) nasnameya Kurdistanî derxist pêş. Di hilbijartinên dawî de jî sîstema hevserokatiyê bi cih hate anîn.
MIJARA ESASÎ VEGERA LI CIVAKÎBÛNÊ YE
Endama Koordînasyona PAJK'ê Koçerîn Amed destnîşan kir ku ji bo şaredariyên ku mohra xwe li dîroka şaredariya azadîparêz a civaka Kurd xistine, mijara esasî vegera li civakîbûnê, vegera li cewhera xwe ye. Amed got, "Şaredariya azad û demokratîk a bi Edîp Solmaz dest pê kir, bi Metîn Altindaş, Tahsîn Akti, Abdulhamît Poçal û Tûfan Tûnç dewam kir, îro gavên mezin diavêje. Bi belavkirina berxwedana Leyla Guven li cewhera xwe vedigere. Şaredariyên Kurd ku timî qala kevneşopiya berxwedan û têkoşînê dikin, ji aliyê dîrokî ve mohra xwe danîn binê gelek gav û pêşketinan û gelek destketî li tecrûbeya şaredariyên dinyayê zêde kir."
YÊN KU DI ŞAREDARIYA AZAD DE HATIN KUŞTIN
Edîp Solmaz: Sala 1979'an bû Şaredariyê Êlihê. Piştî 27 rojan bi rengê 'kiryar nediyar' hate kuştin.
Metîn Tûnç (Xebatkarê Şaredariya Wanê) û Tahsîn Akti (Endamê Şaredariya meclîsa Wanê): 9'ê Adara 2015'an dema alîkarî dibir ji gelê li Kobanê re, pê li mayina çeteyên DAÎŞ'ê kirin û şehîd ketin.
Abdulhamît Poçal: Dema ku endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê bû, 20'ê Çileya 2016'an li Cizîrê di dema qedexeya derketina derve de gava dixwest mirovên birîndar ên nava gel bibe nexweşxaneyê ji aliyê polîsan ve ahte kuştin.
Tûfan Tûnç: Endamê Meclîsa Şaredariya Bismilê Tûnç, 11'ê Gulana 2016'an li Amedê di encama teqîna wesayita destgîrkirinê de şehîd bû.