Şandeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk û PYD’ê çûn Germiyanê

Şandeyeke ku ji nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û ji nûnertiya PYD’ê ya Başûrê Kurdistanê pêk dihat, ji bo spasiya alîkariyên ji bo Rojava çû navçeya Kelar a Germiyanê.

Vê sibehê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojava û Nûnertiya PYD’ê ya li Başûr ji bo spasiya kes û aliyên ku kampanya alîkariyê ji bo Rojava dabûn despêkirin bike, serdana Navenda Çalakiyên Ciwanan a navçeya Kelar a Germiyanê kirin.

Wê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojava û nûnertiya PYD’ê ya li Başûr bi heman armancê sibe serdana bajaroka Kifrî û bajaroka Rizgarî yên îdareya Germiyanê jî bikin.