BI DÎMEN

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê: 3 kes birîndar bûn

Navçeya Sûrdaş a Silêmaniyê û navçeyên Xelîfan û Koyê yên Hewlêrê bi amûrên hewayî yên bêmirov hatin hedef girtin. Hate hînbûn ku li Kampa Sûrdaşê 3 penaber birîndar bûne.

Êrişên ku bi dronên xwekuj li ser Herêma Federe ya Kurdistanê tên lidarxistin, piştî navbereke çend rojan dîsa dest pê kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li sînorên Silêmanî û Hewlêrê bi dronên xwekuj êriş hatin pêkanîn.

Kampa Sûrdaşê kampeke taybet e ku welatiyên ji Rojhilatê Kurdistanê lê dimînin û xebatkarên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê jî lê dijîn. Li gorî dîmenên hatine weşandin, amûrên hewayî yên bêmirov kulubeyeke di nav kampê de hedef girtine.

Ji aliyê din ve, hate ragihandin ku êrişa bi dronê ya li nêzî Xelîfan a ser bi Hewlêrê ve hatî lidarxistin, hatî astengkirin.

Hate ragihandin ku li nêzî Kampa Azadî jî, ku gelê Rojhilatî lê dijî, bi wesayîtên hewayî yên bêmirov êriş hatiye kirin. Derbarê ziyanên ku êrişan hildaye ser xwe de agahî nehatin bidestxistin. Heya niha kesî berpirsyariya êrişan negirtiye ser xwe.

Endamê Tîma Avakirina Aştiyê ya Emerîkayê (CPT) Kameran Osman ku piştî êrîşan daxuyanî da, ragihand ku di êrîşa hewayî ya hêzên dewleta Îranê ya li ser Kampa Sûrdaşê de 3 kes birîndar bûne.