6 zarokên qetlîam protesto dikirin hatin binçavkirin
Polîsên duh êvarî li Ceyhanê êrîş birin ser ciwanên ku operasyonên îmhayê yên li Kurdistanê protesto dikirin û 6 zarok binçav kirin.
Polîsên duh êvarî li Ceyhanê êrîş birin ser ciwanên ku operasyonên îmhayê yên li Kurdistanê protesto dikirin û 6 zarok binçav kirin.
Polîsên duh êvarî li taxên Belediye Evlerî, Altinocak, Înonu û Yer Sûat ên Ceyhanê bi bombeyên gazê û ava şid êrîş birin ser ciwanên ku operasyonên îmhayê yên li Kurdistanê protesto dikirin, 6 zarokên temenê wan din av 15 û 17 salî binçav kirin.
Tê payîn ku zarokên li Midûriyeta Emniyetê tên ragirtin di nava rojê de sewqî dozgeriyê bikin.