6 canên li Cizîrê hatin qetilkirin li Hezexê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin veşartin

Cenazeyên 6 kesên di êrîşên dewleta Tirk ên li Cizîrê de hatin qetilkirin, li hezexê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin veşartin.

Cenazeyên Alî Tetîk, Dîkran Sayaca, Nebî Katlav, Lutfî Aksû, Halîl Somer û kekê wî Nîhat Somer ên li navçyea Şirnex Cizîrê di demên cuda de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li navçeya Hezexê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin veşartin.

Cenazeyên ji Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê hatin wergirtin û darbesta wan bi alên kesk, sor û zer hatin xemilandin, bi ambûlansan anîn ber Şaredariya Hezexê. Bi hezaran kesên li vê derê, ku Parlamenterên HDP'ê Besîme Konca û Mehmet Emîn Adiyaman jî di nav de hebû, darbest hilgirtin ser milan û bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî berxwedana Cizîrê" ber bi Goristna Şêx Hesen ve meşiyan. Piştî wecîbeyên olî, cenazeyên Alî Tetîk, Dîkran Sayaca û Nebî Katlav li Goristana Şêx Hesen hatin veşartin, cenazeyên Lutfî Aksû, Halîl Somer û kekê wî Nîhat Somer jî li Gundê Hespit ê Hezexê hatin veşartin.

Kekê Lutfî Aksû Mesût Aksû li merasîmê peyivî û got, "Li Kurdistanê bi sedan Lutfî hene, bi qetilkirinê re hûn nikarin biqedînin. Ji bo ev têkoşîn bi ser bikeve divê her kes xwedî li Cizîrê derkeve."

Kekê Nebî Katlav Mesût Katlav jî got, "Nebî ne tenê birayê min bû. Birayê me hemûyan bû. Ez wî emanetî gelê Hezexê dikim."

Li ser navê malbata Alî Tetîk Azîme Tetîk peyivî û got, "Terorîst ew kesên ku Alî qetilkirin e" û nerazîbûn nîşanî êrîşên dewletê da.