5 çadirên Êzîdiyan ên li kampa Êsiya şewitîn
Li kampa Êsiya ya girêdayî bajarê Dihokê danê êvarî ji ber elektirîkê agir bi çadirek a welatiyên Êzîdî ket û agir li çadirên din jî belav bû. Di encamê de hemû tiştên hundirê çadiran de şewîtin.

Îro danê êvarî seat 16.00’an ji ber elektrîkê agir bi çadirek a li kampa Êsiya ya gundê Bahedirê ya girêdayî Şêxa ya Dihokê ket û agir belavî çadirên din bû. Ji ber ku agir zû nehat vemirandin belavî çadirên din jî bû û 5 çadir şewitîn.
Di encama şewatê de nasname, belge, kelûpel, pere û hwd. jî şewitîn. Lê, li gorî agahiyên hatine girtin ziyanên canî çênebûne, tenê ziyanên madî hene.
Hêjayê gotinê ye ku Êzîdiyên ku ji ber fermanê derbasî Başûrê Kurdistanê bûne li kampa Êsiya ya Bahedirê dimînin. Ev kamp di bin kontrola Barzaniyan de ye.