4 şervanên li Minbicê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin

Cenazeyên 4 şervanên di operasyona Şehîd Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, li Kobanê hatin veşartin.

Şêniyên Kantona Kobanê ji bo oxirkirina cenazeyên 4 şervanên Minbicê Viyan Gabar (Rûken Ebas), Rûbar Helinc (Mehmûd Mihemed Elî), Siyamend Kobanê (Ibrahîm Ebdilkerîm) û Îbrahîm Amed ku di operesyona Fermandar Feysel Ebû Leyla de di demên cuda de jiyana xwe di dest dane berê xwe dan Goristana Şehîd Dîcle ya gundê Termik ê li başûrê Kobanê.

Li goristanê piştî ku welatî kom bûn, karwanê cenazeyên her çar cangoriyên Minbicê bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hatin pêşwazîkirin.

Li goristanê deqeyek rêz hat girtin û merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên Erka Xweparastinê ve hate destpêkirin.

Piştî rêzgiritinê Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen, Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Fatima Tahêr û Şêwermenda Rêveberiya Kantona Kobanê Rûken Ehmed axivîn.

Di axaftinan de ji gelê Kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan û malbatên her çar têkoşeran re sersaxî hate xwesetin û hate gotin ku dema qala şehîdan bi taybetî berxwedêrên Kobanê tê kirin gotin bê wate dibin û ziman lal dibe. Tevî ku gelê Kobanê di qonaxên zor û zehmet re derbas bû, lê li ser piyên xwe ma û heta roja îro di bin van şert û mercên zehmet de jiyanê dafirîne.

Qisekeran diyar kirin, divê gelê kurd xwedî li pakrewanên xwe derkeve û heta kêliya dawiyê dev ji têkoşînê bernede.

Di dawiya axaftinê de selvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû têkoşerên Rojava ku di 4 salên borî de ruhê xwe feda kirine hatin pîrozkirin û hate gotin şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo azadiya gelê Rojava hatiye destpêkirin û bi saya xwîna şehîdan wê ev şoreş bi ser bikeve.

Piştî axaftinan cenazeyê her çar têkoşeran bi tililiyên dayikan û dirûşma "Şehîd namirin" hatin veşartin.