3 kesên ku li Yafesê hatin birîndarkirin rakirin nexweşxaneyê

3 kesên ku di êrîşên leşkerên ku ji girê Ser Banê Cirf ê li Taxa Yafes a Cizîrê hewl dan pêş de biçin de bi giranî birîndar bûn û ji ber êrîşan bi saetan li taxê hatin rawestandin, rakirin nexweşxaneyê.

Halîl Ûzûn, Abdûlmecît Yanik û Haci Ozdal ên ku di êrîşên leşkerên Tirk ên ku ji girê Ser Banê Cirf ê li Taxa Yafes a Cizîrê ku terora dewletê di roja 12. de didome, hewl dan pêş de biçin de bi giranî birîndar bûn û ji ber êrîşan bi saetan li taxê hatin rawestandin, bi hewldanên gel ve bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Hate ragihandin ku Ûzûn zewicî ye û bavê 8 zarokan e, her wiha Ozdal jî bavê 3 zarokan e.