25 sivîlên ji Nisêbînê derketin hatin girtin

Ji sivîlên ji Nisêbînê derket 25 kes hatin girtin. 42 sivîlên dema binçavkirina wan ji bo du rojan hatin dirêjkirin jî, lêpirsîna wan a li emniyetê dewam dike.

Ji sivîlên ji Nisêbînê derket 25 kes hatin girtin. 42 sivîlên dema binçavkirina wan ji bo du rojan hatin dirêjkirin jî, lêpirsîna wan a li emniyetê dewam dike.

25 sivîlên ji Nisêbînê derketin, piştî lêpirsîna li emniyet û dozgeriyê ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Sivîlên bi îdîaya 'endametiya rêxistina çekdar' û 'xerakirina hevgirtin û yekîtiya dewletê' tên sûcdarkirin, hatin girtin û li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hatin bicihkirin.

Li aliyê din, 42 sivîlên berî du rojan ji navçeyê derketin, dema wan a ragirtina li emniyetê du rojan hat dirêjkirin û lêpirsîna wan dewam dike.