BI DÎMEN

176 roj in li benda cenezayên zarokên xwe ne

Dorpêçiya polîtîkayên şerê kirêt ê AKP/Qesrê li navçeya Amed Sûrê li dijî gelê Kurd da destpkirin, îro di roja 176. de ye. Malbatên ku heta niha cenazeyên zarokên wan nnehatine dayîn, bi hêviya dayînê, disekinin.

Dorpêçiya polîtîkayên şerê kirêt ê AKP/Qesrê li navçeya Amed Sûrê li dijî gelê Kurd da destpkirin, îro di roja 176. de ye. Sûr a li dijî êrîşên tinekirinê yên AKP/Qesrê li ber xwe da, careke din berxwedana xwe ya destanî bi tîpên zêrîn li rûpelên dîrokê nivîsand. Li dijî polîtîkayên tinekirinê yên AKP/Qesrê, gel û ciwanên Kurd li gelek deverên Kurdistanê xwerêveberî ragihandin û di 15'ê Tebaxa 2015'an de li Sûrê dest bi berxwedanê kirin.

Berxwedana li Sûrê meh li dû xwe hişt. Hêzên dewletê cenazeyên mirovên qetil kirin, nedan malbatan û bi vî rengî dest bi îşkenceyê kirni. Cenazeyên gelek malbatan di encama testa DNA de di nava hefteyekê de diyar bûn. Lê belê cenazeyên hin zarokan hînê li holê nînin. Yek ji van cenazeyê Ramazan Ogut ê 17 salÎ ye, ku di 2'ê Çileyê de li taxa Hasirli bi guleya tîmên taybet a li serî ketî, jiyana xwe ji dest daye.

Dayik Elîf Ogut dibêje, "Tevî ku piraniya malbatên tevlî çalakiya rûniştinê bûne cenazeyên xwe wergirtine jî, ji bo me bi tenê nehêlin, her roj tên vir, tên cem me" û dixwaze ev îşkenceya li wan tê kirin êdî bê qedandin.

'LI NAVA KOLANÊ EW QETIL KIRIN'

Dayik Ogut got, "Ev pênc meh in, ji bo wergirtina cenazeyên xwe em nobedê digirn. Êdî bes e, em nema dikarin îdare bikin. Berê ji ber qedexeyê û şer em mijûl dikirin, lê niha tevî ku şer nîne û qedexe hatiye rakirin jî, cenazeyên me nadin me. Hemû malbatên li vê derê cenazeyên xwe wergirtin, lê belê cenazeyên Ramazan, Rozerîn û Hakan hînê nedane. Ramazan di rojbûna xwe de hat qetilkirin. 17 salî bû û hînê zarok bû. Gotin terorîst e û ew li nava kolanê qetil kirin. Dema hat qetilkirin demsal zivistan bû, niha hazîn e. Demsal guherîn, lê kurê min hînê li holê nîne."

Dayikê diyar kir, ku cenazeyê kurê wê yê bê gor, di zivistanê û di bin tavê de perîşan bû û got, "Ya ku bidin, cenazeyekî neyê naskirin e. Ne cenaze ye jî, wê hestiyên zarokên me bin. Ez dixwazim kurê xwe li gorekî veşêrim. Qet nebe ez ê zanibim, ew li wir e. Ya ku wan kirine, ne karê mirovên xwedî wijdan e."

'TESTA DNA NAKIN Û ME MIJÛL DIKIN'

Dayika Rozerîn Çûkûr a di 7'ê Çileyê de hat qetilkirin Fahriye Çûkûr jî da xuyakirin, du cenazeyên ev 17 roj in hatine derxistin, hînê testa DNA'yê li wan nakin û got, "Bila demek ji ya din zûtir testa DNA'yê bikin, ku ez jî ji vê êşê xilas bibim. Ez dixwazim zanibim ku zaroka min e yan na. Çavên min li rê ne, naxwazim her roj bi hêvî bibim. Ez dixwazim êdî cenazeyê keça min eşkere bibe. Testa DNA'yê ku normal di rojekê de tê kirin, çima ya me ewqasî dirêj dewam kir. Me çi bi kê kir? Em ne dijminê kesî ne û keça min jî weke sivîlekê li wir hat qetilkirin."

'EZ ÊDÎ BETILÎM KU HER ROJ BIMIRIM'

Dayik Çûkûr da xuyakirin ku ev  roj in cenazeyên Ramazan û Rozerîn nehatine dayîn û got, "Ez êdî betilîm her roj bimirim. Kes nikare fêm bike, bi mehan e ez çi dijîm. Car carna krîzê derbas dikim. Êdî hêza min a îdarekirinê nemaye. Bila testa DNA bê kirin û êdî ev rewş zelal bibe. Çima vê îşkenceyê li me dikin."

...