JIN
Hemû Nûçe
-
Êrîşî xwendekarên standa 8’ê Adarê vekirin hate kirin
Rêveberiya Kampusa Bomontî ya Zanîngeha Hûnerê Ciwanekarî ya Mîmar Sînan (MSGSU), xwe li standa ku bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate vekirin, ranegirt. -
Çalakiya dadmendiyê ya Parîsê di 8’ê Adarê de jî dewam kir
Çalakiya dadmendiyê ya ji bo sê jinên şoreşger ku li Parîsê hatin qetilkirin, 8’ê Adarê jî dewam kir. -
Dayika Aşitiyê Havva Kiran hat binçavkirin
Endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê Havva Kiran li Amedê hat binçavkirin. -
Li Êlihê mîtînga 8'ê Adarê
Li Êlihê mîtînga 8'ê Adarê ku ji aliyê TJA ve bi şîara 'Bi berxwedana jinê wê azadî bi serbikeve' li Stadyûma bajêr a 16'ê Gûlanê hatibû lidarxistin bi dirûşma 'NA' didome. -
Li Kurdistanê jin li qadan in: Em ê bi ser bikevin
Ji ber sedema 8’ê Adarê Roja Kekdarên Jin ên Cîhanê li Kurdistanê jin daketin qadan. -
8'ê Adarê bi ruhê berxwedanê li Amedê tê pîrozkirin
Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, bi hezaran jin li meydana Stasyonê ya Amedê li hev civiyan û bi şiyara "Azadî wê bi berxwedana jinê bi ser bikeve" 8'ê Adarê pîroz kirin. -
Li Zanîngeha Bîlgiyê, faşîstan bi kêran êrîşî jinan kirin
Jinan li Zanîngeha Bîlgiyê ji bo 8'ê Adarê çalakî lidar xistin. Lê belê faşîstan bi kêran êrîşî jinan kirin. Ji ber êrîşê gelek jin birîndar bûn. -
Bi hezaran jin li Wanê daketin qadan
8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Wanê bi girseyî hat pîrozkirin. Cîgira Hevserokên DBP'ê Gulcîhan Şîmşek li pîrozbahiyê axivî û diyar kir, di referandûma 14'ê Nîsanê de ew ê pêşengiyê ji dengê 'NA' re bikin. -
'Em ê rastiyan her tim binivîsînin'
Nûçegihanên jin ên ku ji ber 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hatin cem hev, çûne ber avahiya mohrkirî ya rojanmeya Ozgur Gundemê û soza ‘nivîsîna rastiyan’ dan. -
8'ê Adarê bi mîtîngeke girseyî li Amedê tê pîrozkirin
Jinên li Amedê, ji bo 8'ê Adarê Roja Jinê Kedkar ên Cîhanê pîroz bikin, diherikin qada 5'ê Hezîranê. -
Ayla Akat Ata: 8'ê Adarê roja berxwedana li dijî zilmê pîroz be
Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) ya bi biryarnameyê hat girtin Ayla Akat Ata, ji Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê peyamek şand û got, "8'ê Adarê roja berxwedana li dijî zilmê pîroz be." -
Peyama TAJÊ ya 8'ê Adarê
Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand. -
8'ê Adarê: Jin li dehan welatan di grevê de ne
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, jin îro li dehan welatan ketin grevê. -
Ji KCDK-E peyama 8'ê Adarê
KCDK-E 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi peyamekê pîroz kir. -
'Bila 8'ê Adarê bibe wesîleya têkoşîna hevpar a jinên Sûriyeyê'
Ehmed: Em bang li hemû jinên Sûriye û Rojhilata Navîn dikin, ku ji bo jiyaneke azad û wekhev têkoşîneke hevpar bimeşînin. -
Sê ji pênc parên jinên Tirkiyeyî yên li Awûstûryayê naxebitin
Li gorî daneyên hatin eşkerekirin, rêjeya tevlîbûna jinên Afgan, Sûriyeyî û Tirkiyeyî li nava kar, gelekî kêm e. -
8'ê Adarê li Erîvanê hat pîrozkirin
Jinên Kurd û Ermenî, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li paytext Erîvanê bi çalakiyekê pîroz kirin. -
'TYJŞ wê bibe modela jiyana azad a kolektîf a jinan'
Ji endamên Konseya TYJŞ'ê Çîgdem Dogû û Hêvî Sarya gotin, "Hêza me çiqasî mezin bibe, wê têkoşîna azadiya jinê jî ewqasî mezin bibe" û destnîşan kirin, ku rêxistinbûna wan wê bibe modela jiyana azad a kolektîf a jinan. -
Meclîsa Jinê ya FEDA: Mejiyê zalim di destpêkê de êrîşî jinê dike
Meclîsa Jinê ya FEDA'yê der barê 8'ê Adarê de daxuyanî da û got, "Mejiyê zalim di destpêkê de êrîşî jinê dike." -
Li Drancyê çalakiya 8'ê Adarê
Li banliyoya Drancy a Parîsê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê çalakiyek hat lidarxistin. -
Gerîlayên jin: Jin navê jiyanê ye
Gerîlayên YJA Starê: Ji Klarayan heta Sara û Sêvêyan, qîrîna berxwedanê qet neqediya û wê neqede." -
Ji Hêza Azadiya Jinê name
Hêza Azadiya Jinê bi boneya 8'ê Adarê nameyek şand û di nameyê de peyama tekoşînê hat dayîn. -
Gêrilayên YJA-STAR û welatiyê Mexmûrê 8'ê Adarê pîroz kirin
Li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi çoşekî mezin hate pîrozkirin. -
Li Zanîngeha Strasboûrgê panela Têkoşîna Jina Kurd
Li Zanîngeha Strasboûrgê, aktivîteya Hefteya Femînîzmê ya ku ji aliyê xwendekarên Komînîst ve hate organîzekirin, panelekî bi mijara têkoşîna jina Kurd hate lidarxisin. -
Li Qendilê jin di aktivîteya 8'ê Adarê de li hev civiyan
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedar ên Cîhanê bi tevlîbûna sedan jinan li Herêmên Parastinê yên Medya Qendîlê aktivîteyek hat lidarxistin.