JIN
20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi beşdariya bi hezaran jinan hat lidarxistin. Di festîvala ku bi coş berdewam kir de bang hat kirin ku statûya qanûnî ya Rêber Apo bê diyarkirin û gavên qanûnî bên avêtin.
Koordînasyona KJK’ê ji 20’emîn Festîvala Şehîd Zîlan re peyam şand û got, “Wezîfeya me ya sereke û nebe nabe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Encex em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”
Berdevaka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû anî ziman ku divê desthilat ji bo pêvajoyê qanûnên pêwîst derxe û got em ê civaka demokratîk bi pêşengiya jinan ava bikin.
Li berdevka berê ya demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn û biryar hate dayin ku girtî bimîne.
Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) ji bo Festîvala Çandê ya Jinan a Zîlan a 20'emîn bang li jinên Kurd, bi taybetî jî jinên ciwan, dayik û dostan ên li Elmanya, Hollanda û Belçîkayê kir ku tevlî bibin.
Hemû Nûçe
-
-
-
Ûca ya HDP’yî hate binçavkirin
Parlemetera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca, dema ku ji mala xwe ya Amedê derdiket, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Ûca birin edliyeyê.
-
-
Hozat: Divê têkoşînekî topyekûn bê kirin
Besê Hozat a ku encamên referandûmê nirxand got: “Ji nîvê zêdetir yê civaka Tirkiyeyê li dijî rejîma faşîst a qirker e. Niha divê eniyekî demokratîk a pir xurt, têkoşînekî topyekû û berxwedanekî mezin bê kirin.
-
-
Kongreya Star: Xwedî li qadên xwe yên xweser derkevin
Koordînesyona Kongreya Star êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li ser navenda fermandariya YPG`ê şermezar kir û bang li hemû jinan û gelên herêma Bakurê Sûriyeyê kir ku xwedî li qadên xwe yên xweser derkevin.
-
-
-
-
TJA: Jin di referandûmê de bi ser ketin!
Wekîla Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Şîmşek di civîna nirxandina referandûmê ya TJA’yê de axivî û got, “Em jin, em di 8’ê Adarê de di referandûmê de bi ser ketin.
-
35 rojan li çolê meşiya
Suhad Rûheyîb a ji nava lepên çeteyên DAIŞ'ê reviya, ji ajansa me re qala bûyerên bi serê wê û malbata wê ve hatin, rêwîtiya ber bi qadên ewle û azad kir.
-
-
RAJIN: Em ê çapemeniya jina azad geş bikin
RAJIN’ê Roja Nûçegihanên Kurdistanê pîroz kir û got: ‘’ Heta ku em bigihijin wê sîstema civakî ku jin, civak bi azadî lê dijîn, em ê çapemeniya azad a jinê geş bikin, di rêya heqîqetê de meşa xwe bidomînin.’’
-
-
Nûrsel Aydogan hat berdan
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan ku 6 meh berê hat girtin û piştî 6 mehan û şûnde hat berdan.
-
-
-
-
Li Parîsê çalakiya lêgerîna edaletê didome
Li paytext Parîs a Fransa, jinan bi bandên reş devê xwe girtin û bêdeng meşiyan. Jinan daxwaz kirin ku rûyê reş ê qetlîma Parîsê ku 3'ê jinên şoreşger hatibûn qetikirin, derbikeve holê.
-
-
-
‘Ez ê tolê ji DAIŞ’ê hilînim’
Welatiya bi navê Fatma Şerîf piştî ku zilm û zordestiya ji destê DAIŞ’ê dît, dixwaze bi zarokên xwe re tevlî nav YPJ’ê bibe.
-
-