JIN
Hemû Nûçe
-
Jinên Kerkûkî: PDK zirarê digihîne doza rewa ya gelê Kurd
Jinên Kerkûkî dagirkeriya dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê şermezar kirin û gotin: "PDK ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê hevkariya bi Tirkiyeyê re dike. Ji ber PDK’ê zirareke mezin digihêje doza Kurdan. Qurbaniyên destpêkê yên dagirkeriyê, jin e." -
KBDH: Em xwedî li berxwedana gerîla ya dîrokî derkevin
KBDH'ê bal kişand ser êrişên dagirkeriyê û got, "Em bang dikin ku li dijî êrişên dagirkeriyê rabin ser piyan, bi xurtî tevlî çalakiyan bibin û xwedî li berxwedana dîrokî ya gerîla derkevin." -
TJK-E: Em ê bibêjin 'Ji bo Welat' û dakevin qadan
TJK-E’yê diyar kir ku ew ê weke Kurdên li Ewropayê dijîn li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bibêjin “Ji bo Welat” û dakevin qadan. -
YJA Star: Rejîm dibîne ku hesabê wê şaş e
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê peyamek ji gerîlayaran re şand û diya kir ku faşîzma AKP û MHP’ê careke din rastî milîtaniya Apoyî hatiye û dibîne ku hesabê wê şaş e. -
Li Londonê Meclîsa Jinan a Jiyan hat avakirin
Înîsiyatîfa Jinên Kurd li Îngilîstanê kongre li dar xist û bi navê Jiyan meclîsa jinan ava kir. -
YJK-S'ê 7‘emîn kongreya xwe ya awarte li dar xist
YJK-S ku sîwanê saziyên jinên Kurd ên li Swîsreyê ye, 7‘emîn kongreya xwe ya awarte li bajarê Baselê li dar xist. -
Li navenda penaberiyê ya li Swîsreyê jinek hat qetilkirin
Zilamê Efganî yê bi navê Noorî Hamîdullah hevjîna xwe li navenda penaberiyê ya Buren an der Aare ku girêdayî Xaça Sor a Swîsreyê ye qetil kir. -
YJK-S kongreya xwe ya 7'emîn lidar xist
Li Swêdê Yekitiya Jinên Kurd li Skandînavya (YJK-S) kongreya xwe ya 7'emîn ya asayî bi beşdariya gelek delegeyên ji welatên Skandînavya (Norwêc, Danîmarka, Swêd û Fînlandiya) pêk anî. -
'Kujerê Alturk dewlet û daraz e'
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê û TJA'yê li cihê ku Bêrîvan Alturk lê hat qetilkirin daxuyanî dan û diyar kirin ku kujer dewleta Tirk û daraz e. -
Ji PYD’ê kampanyaya li dijî tundiya li ser jinan
Meclisa Jinan a PYD'ê bi dirûşmeya "Yekitiya têkoşînê ya jinan wê tundiyê bi dawî bike" kampanya da destpêkirin. -
’Divê dayikên Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriyê serî hildin’
Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Malbata Barzanî ya destekê dide dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û gotin: “Em Barzaniyan Kurd nabînin. Divê Kurdîtiya wan bê nîqaşkirin. Ji ber ku divê Kurd rê nede qirkirina Kurdan.” -
Ji bo Aysel Tûglûk 1000 Jin: Hiqûqa dijmin di meriyetê de ye
Koma kampanyaya “Ji bo Aysel Tûglûk 1000 Jin” diyar kir ku hiqûqa dijmin di dewrê de ye û got divê Tûglûk demildest serbest bê berdan. -
MKGP, Roja Rojnamegerên Kurd silav kir
MKGP'ê Roja Rojnamegerên Kurd silav kir û got, "Gotina me heye û cesareta me yê pêkanînê heye." -
Jin li 'Sofreya Erdê' hatin cem hev
Jinên ku li Êlih û Mêrsînê hatin cem hev li "Sofreya Erdê" behsa polîtîkayên şer kirin. Jinan diyar kirin ku şer weke birçîbûn û xizaniyê li jinan vedigere û destnîşan kirin ku divê herî zêde jin bêjin şer raweste. -
Li welatê Baskê 'Odeya Sakîne Cansiz'
Li welatê Baskê, Jineolojî Center û Kulturarteko Plaza Feminista 'Odeya Sakîne Cansiz' ava kirin. Li vê navendê wê alîkarî ji jinan re bê dayin. -
Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh êvarê rastî cenazeyên 3 jinên li Kampa Holê hatin qetilkirin hatin. -
TAJÊ: Me tehma azadiyê kirine, em xaka xwe ji kesî re nahêlin
TAJÊ êrişa hêzên Iraqê ya li ser Şengalê weke êrişa li ser bawerî, hebûn û îradeya civaka xwe pênase kir û got, "Me tehma azadiyê kirine. Em xaka xwe ji kesî re nahêlin." TAJÊ got, dayikên Êzidxanê wê li pêşiya hewldanên tunekirinê bibin mertal. -
Ji bo Aysel Tûglûk banga piştgiriyê hat dayin
Însiyatîfa 1000 Jinan a ji bo Aysel Tûglûk ku ji bo azadiya Aysel Tûglûk kampanyayê birêve dibe, banga piştewaniyê kir. -
TJK-E: Em dakevin qadan û îradeya xwe biparêzin
TJK-E'yê nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê da û bang li Kurdên li Ewropayê, jinên Kurd, hêzên şoreşger û demokratîk, hêzên femînîst kir ku dakevin qadan, xwedî li îradeya azad derkevin û Kurdistanê biparêzin. -
Bûldan: Wê jin jiyanê ava bikin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got “Em jin em ê jiyanê ava bikin. Wê jin edaletê pêk bînin”. -
Tûana Gençer: Têkoşîna jinan êdî nikare bê astengkirin!
Endama Komeleya 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin' Tûana Gençer diyar kir ku doza girtinê ya li komeleya wan hatiye vekirin wê nikaribe pêşî li têkoşîna wan bigire û got, "Tevgera jinê êdî gelekî xurt e." -
Li Platforma 'Em ê Kuştina Jinan Bidin Sekinandin' doza girtinê hate vekirin
Li hemberî Platforma Em ê Kuştina Jinan Bidin Sekinandin doza feshkirinê hate vekirin. -
RJAK'ê Uveyş Ocalan bi bîr anî
Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan di salvegera wefata wê de bi bîr anî. -
TAJÊ dayika Uveyş bi bîr anî
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di salvegera wefata wê de bi daxuyaniyekê Uveyîş Ocalan a ku dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e bi bîr anî û got “Dayê Uveyş di kesayeta xwe de, çanda me ya hezaran sal temsîl dikir.” -
Çalakvanên jin: Kuştin û xwekuştina jinan bûye diyardeyek rojane
Çalakvanên kar û barên jinan bal dikişînin li ser zêdebûna rêjeya kuştin û xwekuştina jinan û dibêjin; “Ji bo rizgarbûna ji şîdetê, jin tên neçarkirin ku xwe bikujin.”