Zilamê ku bi destûr ji girtîgehê hat berdan sê kes qetil kir
Recep Cengîz (35) ku bi destûr ji girtîgehê hat berdan, li navçeya Keçîoren a Enqereyê dayik û keça xwe qetil kir û piştre jî jina ku li ber jihevberdanê bû gulebaran kir û întîxar kir.
Recep Cengîz (35) ku bi destûr ji girtîgehê hat berdan, li navçeya Keçîoren a Enqereyê dayik û keça xwe qetil kir û piştre jî jina ku li ber jihevberdanê bû gulebaran kir û întîxar kir.
Li navçeya Keçîoren a Enqereyê zilamê bi navê Recep Cengiz (35) ku tê gotin ku bi destûr ji girtîgehê hat berdan, bi çekê dayika xwe Azize Cengîz û keça xwe ya ji hevjîna yekem Azra Cengîz (8) qetil kir. Cengîz piştre cenaze xist wesayîtekê û çû mala Beyzanûr Ûçan Cengîz (28) a ku li ber jihevberdanê bû. Dema ku Beyzanûr derî vekir wê gulebaran kir û qetil kir. Piştî bûyerê Recep Cengîz bi heman çekê întîxar kir.
Piştî ku tîmên tendursitiyê û tîmên lêkolîna cihê sûc li cihê bûyerê lêkolîn kirin, cenaze birin Saziya Tiba Edlî ya Enqereyê.