Li Marbûrgê çalakiya jinan

Li bajarê Marbûrg ê Elmanyayê, di çarçoveya kampanya "Xwebûn-Xweparastinê" de ku bi pêşengiya ciwanên jin ve tê meşandin, pankart hat daliqandin û bi spreyê çalakî hat lidarxistin.

Jinan li gelek cihên navenda bajarê Marbûrgê pankartên bi nivîsa "HDP hêviya jinan e", "Piştgiriyê bidin HDP'ê - Berxwedan Jiyan e" daliqandin. Jinan êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê şermezar kirin.

Jina her wiha dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "HDP" bi spreyê li ser dîwaran nivîsandin.

Jinan di çarçoveya kampanya "Xwebûn-Xweparastinê" de bang li her kesî kir, ku xwe bi rêxistin bikin û dakevin qadan.