Li Derbendîxanê jinek bi gumanbarî mir

Li Derbendîxanê jinek bi gumanbarî ket Çemê Sîrwanê û jiyana xwe ji dest da.

Jin a li Silêmaniyeyê, li navçeya Derbendîxan a Silêmaniyeyê ket Çemê Sîrwanê.

Xizmên wê îdîa kirin ku rewşa derûnî ya jinê nebaş bû û dawî li jiyana xwe anî.

Berdevkê Midûriyeta Polîsan a Silêmaniyeyê Arîf Letîf têkildarî bûyerê daxuyanî da, bûyer piştrast kir û anî ziman ku wan detayên berfireh bi dest nexistine.

Bûyerên sûc û rêjeya tundiyê ya li hemberî jinan her roj zêde dibe.