BI DÎMEN

'Ji bo avakirina paşerojê divê ders ji fermanan bê derxistin'

Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" a li Şengalê bi panela yekemîn dewam dike. Di konferansê de hate ragihandin ku divê dîrok baş bê xwendin û hate gotin, "Divê ferman ne tenê weke karesat, lê weke dersên ji bo paşerojê bê dîtin."

Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" li Şengalê bi panela yekemîn a li ser rastiya fermanê dewam dike.

Di panela destpêkê de Heso Brahîm li ser mijara "Di dîrokê de ferman", endama Akademiya Jineolojiyê Sara Şengalî li ser mijara "Ferman û Jin", nivîskar Eldîn Qûlo li ser mijara "Bandora fermana li ser çandê" pêşkêşî kirin.

Têkildarî dîroka fermanan Heso Brahîm ev nirxandin kir:

"Di dîroka civaka me de, peyva 'Ferman' ne tenê bûyereke siyasî yan leşkerî ye; ew birîneke kûr e ku di bîra kolektîf a gelê me de her tim zindî maye. Dema em li dîroka xwe dinêrin, em dibînin ku ferman weke amûreke tunekirinê, her tim li hemberî hebûna me hatiye bikaranîn. Ferman, hewlên pergala desthilatdar ên ji bo qutkirina têkiliya civakê bi dîrok, ax û çanda wê re ye.

Gelo çima ferman dubare dibin? Bersiv di rastiya desthilatdariyê de ye. Desthilatdar, her tim ji civakeke xwedî nasname, xwedî çand û xwedî rêxistin tirsiya ye. Ferman bersiva vê tirsê ye. Ew hewldanek e ku gelan ji koka wan qut bikin, wan bêçare bihêlin û bi vî rengî wan bi ser bixin. Lê dîrok bi heman awayî nîşanî me dide ku ferman her çiqas êş û karesatan bi xwe re bîne jî di heman demê de çavkaniya vejînê û berxwedanê ye.

Em bi bîr bînin; her fermana ku hatiye kirin, bi xwe re ruhê berxwedanê yê nû jî afirandiye. Civak di bin siya fermanan de fêr bûye ku hebûna xwe bi parastina nirxên xwe yên pîroz biparêze. Dîrok şahide ku fermanan nikaribûye gelê me tune bike, berevajî wê, gelê me di nav agirê fermanan de di pola de hatibe şidandin.

Îro, erkê me yê sereke ew e ku em vê dîrokê baş bixwînin. Divê em fermanan ne tenê weke karesat, lê weke dersên ji bo paşerojê bibînin. Heta ku em hişmendiya xwe ya parastinê xurt nekin, heta ku em yekîtiya xwe neafirînin, xetera fermanan her tim heye. Lê em dizanin ku civakeke ku dîroka xwe dizane û ji bîr nake, ti carî nayê tunekirin. Em bi bîranîna şehîdên fermanan, soza xwe ya avakirina jiyaneke azad û bi rûmet nû dikin."

Endama Akademiya Jineolojiyê Sara Şengalî jî di pêşkêşiya xwe ya li ser mijara "Ferman û Jin" de ev nirxandin kir:

"Di roja îro de çi jin û çi jî mêr li hebûn û nasnameya xwe digerin. 'Ji bo mirov hebûn û nasname li ser 3 pirsan bi pêş dikeve û dikare bersiva xwe bibîne: Divê mirov çi bike, ji ku destpê bikin û em ê çawa bijî?' Ji bo em bikaribin di dema fermanan de rewşa jinan binirxînin, sedemên bingehîn ên qirkirina jinan tehlîl bikin û çareseriyê deynin em ê li dora van 3 pirsên bingehîn de li du lêgerînên xwe de biçin. Bi hezaran salan berî niha beriya ku dewlet ava bibin, jinê li dora xwe civakbûn çêkir, exlaq, pêvan, rumet pê da qezenckirin. Lê niha ew hatiye berojavîkirin. Cihê jinê di nava civakê de gelekî lawaz bûye. Dema em behsa kolekirina jinê, qirkirina jinê bikin, pêwîste berî her tiştî em pênaseyên ku li hebûn û nasnameya jinê tên barkirin lêpirsîn bikin. Ji ber ya ku bihêle em encamên hîn rast bigirin tehlîlekî dîrokî û civaknasî ye û ew jî sedî sed girêdayî hebûn û nasname ye.

Gelo di xwezaya civakê de qirkirin heye? Helbet nîne. Ew peyv û pêkanîn bi pêşketina desthilatdarî ve ket ser zimanê civakê û jiyan êdî di nava pencên qirkirinê de hat pênasekirin. Ew weke qeder li ser civakan, jinan ferz kirin. Bi vî rêbazê çavê jinan û civakan tirsandin û wisa jî kirin bin serweriya xwe. Eger em dîroka kevn binêrin dema zilamê kujer jî derdikeve heman rêbazan pêş dixe û ew rêbaz heya roja me ya îro hatiye. Ji aliyê civakî ve navê kuştinê çi dibe bila bibe wateya xwe pêvanên mirovbûnê binpêkirin e. Di roja îro de hêzên desthilatdar ji bo kuştinan rewa bikin gelek navên cuda li kuştinan bar dikin û wana jî li gorî hejmara kuştiyan pênase dikin. Kuştin, qetilkirin, qirkirin û hwd...Di nava civaka me ya Ezidî de jî qirkirin weke ferman tê binavkirin. Lê di encam de her kuştinek ferman e, qirkirine û êrîşa li dijî pêvanên exlaqa civakê destnîşan dike. Ji ber wê pêşî divê mirov di pênaseya van peyvan de şiyar be û neyê lîstokan, li dû mafê xwe bigere."

Nivîskar Eldîn Qûlo bi sernavê "Bandora fermanê li ser çiyayê Şengalê" ev nirxandin kir:

"Fermana qirkirinê yek ji girantirîn sûcên li dijî mirovatiyê ye. Ev sûc ne tenê jiyana mirovan armanc dike, lê di heman demê de hewl dide ku hemû bingehên hebûna civakekê jî ji holê rake. Di gelek rewşan de, armanca fermana qirkirinê ne tenê kuştina mirovan e, lê tunekirina ziman, çand, ol, nasname, edebiyat, dîrok û bîra kolektîf a gelê armancgirtî ye. Ji ber vê yekê, bandorên fermana qirkirinê pirfireh in û bi salan, belkî bi dehsalan, li ser jiyana civakî, çandî, derûnî û siyasî dimînin. Di nav gelên ku di dîrokê de fermana qirkirinê dîtine de, civaka Êzidiyan cihê taybet heye. Di dîroka xwe ya dirêj de gelek caran bûne armanca fermanan. Lê fermana ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve hate kirin, yek ji mezintirîn trajîdiyên vê civakê û cîhanê bû. Di vê fermanê de hezaran kes hatin kuştin, hezaran jin û zarok hatin revandin, sed hezaran kes neçar bûn ku ji welatê xwe koç bikin û bi cîhanê de belav bibin, gelek gund, mezar, cihên pîroz û şopên dîrokî hatin wêrankirin. Encamên vê trajîdiyê ne tenê di koçberî, derbederî û kuştinê de bûn, lê her weha li ser hemû aliyên hebûna civaka Êzidiyan bandoreke kûr hiştin. Yek ji girîngtirîn encamên fermana qirkirinê bandora wê li ser nasnameya civakî ye. Dema ku civakek tê belavkirin, malbat tên perçeperçekirin û mirov ji cihê xwe yê resen tên dûrxistin, hestên girêdana wan bi civak, çand û dîroka xwe re jî bandor dibin. Di heman demê de, şert û mercên koçberî û penaberiyê dibe sedem ku gelek kes, bi taybetî nifşên nû, ji hin nirx û kevneşopiyên xwe dûr bikevin. Her weha, ziman ku yek ji bingehên sereke yên hebûna her gelî ye, di encama fermana qirkirinê de dikeve bin metirsiyek mezin. Ziman ne tenê alava axaftinê ye; ew hilgirê dîrok, bawerî, edebiyat, kevneşopî û bîra civakî ye. Koçberî, belavbûna malbatan, guherîna pergala perwerdehiyê û jiyana di nav civakên zimanên cuda de dibe sedem ku karanîna zimanê dayikê kêm bibe û veguhastina wê ji nifşekê bo nifşeke din zehmet bibe. Di heman demê de, edebiyat û huner dibe yek ji girîngtirîn amûrên berxwedana çandî. Piştî fermanê gelek nivîskar, helbestvan û hunermendên Êzidî bi roman, helbest, çîrok, gotar û berhemên hunerî hewl dan ku êş, berxwedan û bîra civakê tomar bikin. Ev berhem ne tenê belgeyên dîrokî ne, lê di heman demê de rêyek in ji bo parastina ziman, çand û nasnameya civakê. Di aliyê din de, koçberî û penaberî yek ji mezintirîn encamên fermana qirkirinê bûn. Sed hezaran Êzidî neçar bûn ku ji mal û welatê xwe derkevin û li kampan yan li welatên din dest bi jiyanek nû bikin. Ev guherîn ne tenê şertên aborî û civakî guhertin, her wiha bandoreke mezin li ser pêwendiyên malbatî, perwerdehiyê, ziman, çand û nasnameya wan hişt."

Konferans dewam dike.