KCDP’ê: 34 jin hatin qetilkirin û mirina 20 jinan jî bi guman e

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) diyar kir ku di meha Îlonê de 34 jin hatine qetilkirin û mirina 20 jinan jî bi guman e.

"Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin" (KCDP), têkildarê kuştina jinan rapora xwe ya meha Îlonê weşand.

Li gorî raporê di meha Îlonê de 34 jin hatin qetilkirin û mirina 20 jinan jî bi guman e.

Di raporê de hat destnîşan kirin ku ji sedî 47 jin ji hêla mêrê ku pê re zewicandî ve hatine qetilkirin û ji sedî 65 jin li malê hatine qetilkirin.

Ji sedî 53 jin bi çekê hatine qetilkirin.