Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

Jinên ku li navçeya Ranya ya ser bi îdareya Raperînê li hev civiyan, heqaretên li ser şervanên jin û şehîdan şermezar kirin û destnîşankirin ku ev kiryar xizmetê ji siyaseta dagirkeriyê re dike.

Li Parka Giştî ya navçeya Ranya ya ser bi Îdareya Serbixwe ya Raperînê, gelek jinên çalakvan bi beşdariya çendîn nivîskar, rewşenbîr, welatparêzên deverê, li dijî bêrêziya li dijî şervanên jin û şehîdan a ji aliyê çend kesan ve ku di serî de Mela Mezher hatiye kirin, kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê.

Daxuyaniya jinên Îdareya Raperînê ku ji aliyê çalakvan Awaz Îsmaîl ve hate xwendin, wiha ye;  “Di demekê de ku gelê me bi komployeke navnetewî û herêmî re rûbirû ye û dagirker hewl didin nasnameya me ji holê rakin, mixabin hinek kes bi taybet Mela Mezher bi navê ol û bi zimanê Kurdî dibin berdevkê siyaseta dagirkeran û minberan bikar tînin da ku rûmeta jinên Kurd bişkînin û êrişî pîroziya welat bikin.

Ev şêwazê axaftina hin melayan berdewama heman zihniyeta mêrsalar û dagirkere ku dixwaze jinan ji qada giştî û siyasî dûr bixe û wan bixe bin sînorkirinên kevneperestan.

Tevgera Azadiya Jinan, di pêşengtiya şervanên jin yên fedayî de ku îro li Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û deverên din rûmeta mirovan diparêzin, bi fetwayên wiha lewaz û qels nebe. Berevajî vê, ev reftar rûyê rastîn yê kesên ku ol ji bo berjewendiya siyasî bikar tînin û li dijî doza rewa ya gelê xwe derdikevin eşkere dikin.”

Çalakiya jinên Raperînê bi dirûşmeyên li dijî kevneperest û hişmendiya mêrsalar bi dawî bû û piştgiriya ji têkoşîna jinan û berxwedana gel a li dijî êrişên çeteyan û hişmendiya hov hate dubarekirin.