Dayikên Aştiyê yên ku ber bi Enqereyê ve dimeşin gihîştin Rihayê

Dayikên Aştiyê yên ku li dijî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kiribûn, gihîştin Rihayê. Dayikên Aştiyê li bajêr bi dirûşm û tîlîliyan hatin pêşvazîkirin.

Dayikên Aştiyê yên ku ber bi Enqereyê ve ketin rê, li Rihayê daxuyaniyeke çapemeniyê pêk anîn. Di dema daxuyaniyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok”, “Bijî berxwedana gelê Kurd” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de Dayika Aştiyê Adalet Çay axivî û destnîşan kir ku armanca wan a çûyîna Enqereyê sekinandina şer e.

Adalet Çay got: “Ji bo ku şer bisekine em diçin Enqereyê. Me her tim aştî û azadî xwest. Kurd bi girtin û kuştinê naqedin. Her derê Kurdistanê xira kirin. Em wek dayik dixwazin azadî û aştî were. Divê her kes wehşeta ku li Helebê diqewime bibîne.”

Ji Dayikên Aştiyê Meyaser Korkmaz jî diyar kir ku ew naxwazin komkujiyên nû pêk werin û wiha got: “Em li ser van axan ji dayik bûn û mezin bûn. Heke hûn delîlan dixwazin, li Girê Mirazan binêrin. Ji bo sekinandina şer çi ji destê me bê em ê bikin.”

Piştî meşê ku Dayikên Aştiyê yên Rihayê jî tevlî bûn, kom bi dirûşm û tîlîliyan ber bi Enqereyê ve hate oxirkirin. Î.