Cenazeyê şehîd Bêrîtan Fûad hate veşartin
Cenazeyê Şervana YPJ’ê Bêrîtan Fûad li Dêrikê bi merasîmekê hate veşartin.
Cenazeyê Şervana YPJ’ê Bêrîtan Fûad li Dêrikê bi merasîmekê hate veşartin.
Cenazeyê Şervana YPJ’ê Bêrîtan Fûad (Sarya Koabey) ya ku 20’ê kanûnê (2025) di encama nexweşiyê de şehîd bûbû, bi merasîmekê hat veşartin.
Bi sedan şêniyên bajarên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxa yên kantona Cizîrê, tevî endamên saziyên sivîl cenazayê şehîd Bêrîtan ji Nexweşxaneya Nîştimanî ya Dêrikê wergirt û bi karwanekî ber bi Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik ve çûn.
Karwanê cenaze dema gihişt pakrewangehê ji aliyê girseyek mezin ve bi dirûşman hat pêşwazîkirin û merasîmek hat lidarxistin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Hezîm Ebû Zeyd axivî û got: "Divê em têkoşînê berdewam bikin, li ser xeta şehîdan bimeşin û destkefiyên wan biparêzin ta civakeke azad ava bikin ku layiqî keda wan a mezin be."
Endamê Meclîsa Kongreya Îslama Demokratîk a Dêrikê Yûsif Ehmed jî got: "Ji bo ku em mafên şehîdan û malbatên wan bidin wan divê em gavên şênber biavêjin, mîrateya wan biparêzin, çekê li hemberî dijmin rakin û destkeftiyên ku bi saya keda wan hatine bidestxistin biparêzin."
Ji fermandarên YPJ’ê Evîndar Dêrik jî behsa têkoşîna şehîd Bêrîtan kir û wiha got "Mînaka jina azad bû. Xwedî ruhê têkoşîn û berxwedanê bû. Li hemberî hemû cûreyên zulma li dijî jinan tê dikoşiya. Her tim li hemberî feraseta baviksalarî radibû û fikrê azadiyê di nava jinan de belav dikir. Di hemû qadên civakî û rêxistinî de têkoşîn kir."
Piştre nasnameya şehîd Bêrîtan hat xwendin û cenazeyê wê bi dirûşman hate veşartin.