YJK-E: Em ê helwesta serhildêr a Yadê bidin jiyîn
YJK-E Yadê Samiya Dogan bi bîr anî. YJK-E’yê got “Em ê helwesta serhildêr û têkoşîna wê bidin jiyîn.”
YJK-E Yadê Samiya Dogan bi bîr anî. YJK-E’yê got “Em ê helwesta serhildêr û têkoşîna wê bidin jiyîn.”
Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya Elmanyayê (YJK-E) Yadê Samiya Dogan a ku keçên wê di nav refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûbûn, bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin “Yadê Samiya Dogan bi îrade û bîra jinê, li Kurdistanê û li sirguniyê ji bo nirxên ku bawerî pê aniye, her dem têkoşiya. Di 12’ê Cotmehê de Yadê Samiya Dogan rehmet kir, em ji ber wefata wê gelekî xemgîn in. Wê têkoşîna jinan û ya gelê xwe ji kûr ve hîs dikir û her dem li pêş bû.
Em YJK-E wê bi hurmet bi bîr tînin û malbata wê di serî de sersaxiyê ji hemû hezkiriyên wê re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê xwedî li nirxên ku wê li pey xwe hiştiye derkevin û em ê helwest û têkoşîna wê ya serhildêr bidomînin.