TJK-E: Divê Kurd û dostên wan li dijî êrîşên kîmyewî, dengê xwe bilind bikin

TJK-E’yê bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk û got: “Divê gelê me bi dostên xwe re li dijî êrîşên kîmyewî helwest raber bike û divê em li gel şervanên azadiyê yên Kurd bin.”

Yekîtiya Jinên Kurd a  Ewropayê (TJK-E) têkildarê êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Zext, polîtîkayên qirkirinê yên bişaftinê ku dewleta Tirk bi salan e li dijî Kurdan pêk tîne, ev demeke dirêj e bi êrîşên kîmyewî li qadên azadiyê bi komkujiyan dewam dike û zêde dibe. Ev polîtîkayên qirkirinê yên ku heta roja me ya îro dewam dikin, li dijî deskeftiyên Kurdan ên hem li Kurdistanê û hem jî li Rojhilata Navîn, di serî de hêzên emperyalîst Îngilistan û Fransa, bi tifaqên qirêj ên DYE, Rûsya û welatên YE’ê piştgiriyê digire.’’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku NATO û dewletên endam ên di şerê Rûsya-Ûkraynayê de bi navê parastina nirxên hevpar bûne yek, hemû piştgiriya ku ji destê wan tê didin rejîma Erdogan û dibin hevkarê şerê qirêj û wiha hate gotin: “Tevî ku êrîşa li ser deskeftî, îrade û hebûna ku Kurdan salên dawîn li herêmê bi dest xistin, tê zanîn ku bi awayek durû piştigiriyê didin vê yekê.”

‘EM LI DIJÎ ÊRÎŞAN XWEDÎ LI GERÎLAYAN DERBIKEVIN’

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin:

“Li Başûrê Kurdistanê rejîma Erdogan a li dijî berxwedana şervanên azadiya Kurd a li dijî qirkirinê, xitimiye, bi bikaranîna çekên kîmyewî li pey biserketinê ye. Bi hevkariya PDK’ê û pişgiriya hêzên din a vê tifaqa qirêj, di çarçoveya navneteweyî de sûcê şer tê kirin. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) divê bi erka xwe rabibe.

Em ax, nasname û çanda xwe biparêzin û polîtîkayên wan ên qirêj derbixin holê.

Em bang li hemû girse û dostên xwe dikin ku li ber raya giştî li dijî vê qirkirin û şerê qirêj dengê xwe bilind bikin. Divê em bi gel û dostên xwe re hestyar bin, li dijî êrîşên kîmyewî helwest raber bikin û li gel şervanên azadiya Kurd bin.”