Suryanan şehîdên Rojava bi bîr anîn

Konseya Neteweyî ya Bethnarîn a Suryan, ji bo şervanên Suryan ên ji bo gelê Suryan têkoşiyane û şehîd bûne, li bajarê Tûrgî yê Swîsreyê li komeleya Suryanan merasîmeke bibîranînê li dar xist.

Konseya Neteweyî ya Bethnarîn a Suryan (MÛB), ji bo şervanên Suryan ên ji bo gelê Suryan têkoşiyane û şehîd bûne, li bajarê Tûrgî yê Swîsreyê li komeleya Suryanan merasîmeke bibîranînê li dar xist.  Metropolîtanê Suryan ê Swîsreyê Kerîm Asmar, Hevseroka Meclisa Gel a Mehmet Tûnç a Aaraûyê Seda Can, Şaredarê berê yê navçeya Sûrê ya Amedê Abdûllah Demîrbaş, nûnerên Partiya Avabûna Sosyalîst a ji nû ve (SYKP) û berdevkê Partiya Komunîst a Kurdistanê Kemal Bîlget tev li bibîranînê bûn.

Bibîranîn, bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Sînevîzyona li ser jiyana şehîdan hat nîşandan. Piştre endamê MÛB’ê Albert Rhawî axaftineke bi Suryanî kir. Rhawî, îşaret bi wê yekê kir ku şehîd ji bo gelê xwe canê xwe feda dikin û got ku ew ê fikirên wan pêk bînin.

Hevseroka Meclîsa Gel a Mehmet Tûnç a Aaraûyê Seda Can jî bi bîr xist ku îro 9’ê Cotmehê ye û wiha axivî: ”Salvegera 9’ê Cotmehê ye. Di vê roja reş û tarî de em şehîdên gelê Suryan bi hev re bi bîr tînin. Ewqas şehîd, rastiyê nîşanê me didin. Gelên li Kurdistanê û Mezopotamyayê ku bi komploya navneteweyî hewil tê dayîn ku bi hev bikevin, bi hev re têdikoşin. Komplo, di şexsê van şehîdan de, di şexsê Şoreşa Jinan a Rojava de hat pûçkirin.”

Bibîranîn, bi axaftinên nûnerên saziyan dewam kir.

Herî dawî Metropolîtanê Suryan ê Swîsreyê Kerîma Asmar axivî û got: “Me pir êş kişand. Em ji koka xwe hatin kirin. Man bê welat û bê mal, zilm dît. Lê em ê li têkoşîna xwe dewam bikin. Em şehîdên xwe bi bîr tînin. Li ber yên ked ji bo têkoşînê dane, canê xwe dane bejna xwe ditewînim.”

Bibîranîn, bi berzkirina dirûşmên bi Suryanî bi dawî bû.