Tevî gelek biryarên dadgehên Elmanyayê jî polîs û yekîneyên din ên ewlekariyê li dijî sembolên Tevgera Azadiyê ya Kurd bi israr siyaseta krîmînalîzekirinê dimeşînin. Polîsên Elman bi taybetî li hin bajaran îdîa dikin ku di meş û xwepêşandanan de qedexe ye ku Kurdistanî tevî dostên xwe alên YPG û YPJ'ê hildin. Yek ji van bajaran jî paytext Berlîn e.
Herî dawî 10'ê Îlona 2022'an ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava meşek hate lidarxistin. Di meşê de hate xwestin ku alên YPG û YPJ'ê bêne hildan, lê belê bi şertê ku tenê çend heb bêne hildan, hate astengkirin. Eşkere bû ku ev astengiya polîsên Elman ji aliyê qanûnî ve bêbingeh e.
'POLÎSAN LI DADGEHÊ QEBÛL KIR Û SOZ DA'
Ji parêzerên ku meha Gulanê ji bo rakirina qedexeya PKK'ê ya li Elmanyayê serî li Wezareta Edaletê dan Dr. Lûkas Theûne ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku polîsên Berlînê guh nade biryara dadgeriyê ya beriya niha. Hiqûqnasê îdarî Dr. Theûne destnîşan kir ku li Elmanyayê li pêşiya alên YPG û YPJ'ê ti qedexe nîne û bang li yekîneyên ewlekariyê kir ku 'li gorî qanûnan tevbigerin'.
Dr. Theûne anî ziman, ku polîsên Midûriyeta Emniyetê ya Berlînê zanin ku li pêşiya alên YPG û YPJ'ê ti qedexe nîne, tevî vê yekê jî di xwepêşandanan de helwesteke bi vî rengî nîşan didin û bi dewamî got, "Polîsên Berlînê baş zanin ku al qedexe nîne, ji ber ku di dozeke li dadgehê de bi xwe qebûl kir. Polîsan soz dan ku wê li hemberî alên YPG û YPJ'ê ji niha û pê ve tiştekî nekin. Balkêş e ku niha biryarên xwe ji nedîtî ve tên."
HIKUMET: ALÊN YPG Û YPJ'Ê QEDEXE NÎNE
Biryara ku Dr. Lûkas Theûne qalê dike 7'ê Adara 2018'an ji aliyê Dadgeha Îdarî ya Berlînê ve hate dayin. Li gel Berlînê heta niha li bajarên Aachen, Frankfûrt, Sîgmarîngen, Gelsenkîrchen û Magdebûrgê dadgehên xwecihî biryar dane ku hildana alên YPG û YPJ'ê li qadên raya giştî sûc nîne û dozên di vê der barê de li hemberî xwepêşandanan hatin destpêkirin, yek bi yek betal bûn.
Her wiha Wezareta Karên Hundir di 2'ê Adara 23017'an de dema ku fermandanameya li ser berfirehkirina qedexeya li ser sembolên Tevgera Azadiyê ya Kurd weşand, Hikumeta Federal a wê demê diyar kiribû ku alên YPG û YPJ'ê nakevin ber vê biryarê. Hikumetê di 21'ê Nîsana 2017'an de bersiv dabû pêşnûme pirsa Partiya Çep û gotibû, "YPG û YPJ li ser ewlehiya Elmanyayê gef nîne."