Meşa ciwanan a li Atînayê bi dawî bû
Li Yewnanistanê bi boneya şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa dirêj a du rojan hatibû destpêkirin, bi dawî bû.
Li Yewnanistanê bi boneya şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa dirêj a du rojan hatibû destpêkirin, bi dawî bû.
Kurdistaniyên li Yewnanistanê, bi boneya 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşa dirêj a du rojan organîze kirin. Meş bi pêşengiya Navenda Çanda Kurd a Demokratîk û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), bi dirûşma “Azadî ji bo Ocalan, statu ji bo Kurdistanê“ hat lidarxistin, bi dawî bû.
Girseya ku ji paytexta Atînayê dest bi meşê kirin, dosyayek a li ser tecrîda girankirî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî Parlamentoya Yewnanîstanê kirin. Piştre girseya gel heta avahiya Konsolxaneya Tirk meşiyan û daxuyanî dan çapemeniyê.
Meşa ku du rojan berdewam kir, piştî daxuyaniya ku ji aliyê Hevserokê Navenda Çanda Kurdistanê Erkan Erencî ve hat dayîn, bi dawî bû.