Li bajarê Wels ê Awûstûrya Jorîn, Tevna Antî Faşîstan li Bildungshaus Schloss Puchbergê civîneke hevpar lidar xist. Dem Kurd jî di nav de 132 rêxistinên civakî yên sivîl tevlî bûn. Di civînê de mijarên partiyên siyasî yên rastgiriya tund û nijadperestiya li Awûstûrya, Ewropa û tevahiya cîhanê hatin nirxandin.
Di civînê de bi dirûşma "Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re, statu ji Kurdistanê re" stand hate danîn. Li standê têkildarî komploya 9'ê Cotmehê broşur hatin belavkirin. Di şexsê Nagîhan Akarsel û Jîna Emînî de şoreşgerên jin hatin bîranîn, her wiha işaret bi êrîşên bi çekên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate kirin. Di çalakiyê de ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin îmze hatin komkirin.
Di heman demê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd ên bi zimanê Elmanî diyarî beşdarên civînê hatin kirin.