Li Stûttgartê êrîşên bi çekên kîmyewî hat protestokirin
Li Qada SchloBlatz a bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker hat protestokirin.
Li Qada SchloBlatz a bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker hat protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li qada ShloBlatz a bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, çalakiyek li dar xistin. Çalakgeran pankarta ku li ser “Neîn zûr Turkîschen Învasîon Sudkurdistan” hatibû nivîsîn û wêneyên gerîlayên HPG’ê yên di êrîşa bi çekên kîmyewî de şehîd bûn, hildan.
Çalakgeran li dijî bikaranîna çekên kîmyewî cilên spî li xwe kirin û maske dan ber rûyê xwe. Bê navber dirûşmeyên dijî dagirkeriya Tirkiyeyê hatin berzkirin û îşaret bi sûcên şer ên navneteweyî yên Tirkiyeyê hatin kirin. Di daxuyaniya hat dayîn de, hat xwestin ku komkujiya ku çêbûyî bê rawestandin û bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin. Di dema çalakiyê de, hin faşîstan heqaret li çalakgeran kirin û êrîşê wan kir. Li dijî vê yekê Kurdistaniyan, bersiva wan da.
Di daxuyaniya ku li ser navê Navenda Civaka Kurd hat dayîn de, hat gotin ku wê çalakî dewam bikin û banga têvlêbûna çalakiyan li Kurdistaniyên li Stûttgart û derdora wê dijîn, hat kirin.