Li Strasboûrgê ciwanan tecrîd û dagirkerî protesto kirin
Ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û TekoJIN’ê di çarçoveya ‘Werin cenga azadiyê’ de li dijî tecrîd û dagirkeriyê mîtîngek li dar xistin.
Ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û TekoJIN’ê di çarçoveya ‘Werin cenga azadiyê’ de li dijî tecrîd û dagirkeriyê mîtîngek li dar xistin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li dijî tecrîda sîstematîk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirker ên ku dewleta Tirk li ser qadên gerîlayan dike, mîtîngek li dar xistin.
Ciwan roja Yekşemê êvarî li ber gara trênê ya navendî li hev kom bûn û ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqîqeyekê rêz girtin.
Di mîtîngê de alayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên PKK’ê hatin hildan. Di mîtîngê de pankarta ku wêneyên Çekdar Canfeda Med (Enver Çelîk), Şevîn Çekdar (Şeyda Eren), Arîn Armanc (Mizgîn Eren) û Sûphî Tolhildan (Yilmaz Beşalti) ên ku di 12’ê Tebaxa 2022’an de li Metînayê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbûn, hate vekirin.
Di mîtîngê de belavok hate xwendin. Di belavokê de hate gotin “Divê li hemberî dewleta Tirk a faşîst ciwanên Kurdistanê bi pêngava ‘Werin cenga azadiyê’ dakevin qadan û tola xwe ji vî dijminê faşîst bistîne. Ev bawerî xwediyê îradeya serfiraziyên bi heybet ên 40 salan e. PDK a ku li dijî gelê Kurd li ser xeta îxanetê ye wê tevî vê rejîma faşîst jî di rûpelên qirêj ên dîrokê de cih bigire. Wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî pêk were.”
Mîtîng bi qasî saetekê domiya û bi sloganên ‘Bijî berxwedana gerîla’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.