Li Saarbruckenê polîsan li ser komeleya Kurdan de girt
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, polîsan li ser komeleya Kurdan de girt. Alav û amûrên komeleyê hatin belavkirin, dest danîn ser gelek tiştan.
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, polîsan li ser komeleya Kurdan de girt. Alav û amûrên komeleyê hatin belavkirin, dest danîn ser gelek tiştan.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, polîsên Elman, serê sibehê bêyî haya rêveberên komeleyê pê bixe, li ser komeleya Kurdan de girt. Di serdegirtina ku bi dehan polîsan hat kirin de, bi ser malên gelek Kurdan de jî hat girtin. Alav û amûrên komeleyê û malên bi ser de hatin girtin, hatine belavkirin û gelek tişt hatine desteserkirin.
Rêveberên komeleyê, sibehê ku çûne deriyê komeleyê vebikin; dîtine ku hemû derî hatine şikandin, mifteyeke din lê hatiye xistin û hemû alav û amûr hatine belavkirin.
Piştî biserdegirtinê, Kurdên li bajêr, li ber komeleyê kom bûn. Bi daxuyaniya li ber komeleyê hat dayîn, biserdegirtina polîsên Elman hat şermezarkirin û daxwaza bidawîbûna polîtîkaya krîmînalîzekirinê hat kirin.