Li Munîhê li dijî qedexeya li ser PKK’ê standa îmzeyan hat danîn
Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a li dijî qedexeya li ser PKK’ê de, standa agahdarkirinê hat danîn û îmze hatin berhevkirin.
Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a li dijî qedexeya li ser PKK’ê de, standa agahdarkirinê hat danîn û îmze hatin berhevkirin.
Kurdistaniyên ku di çalakiyeke ji aliyê Navenda Civaka Kurd li bajarê Munîh ê eyaleta Bavyerayê li dar xist de hatin ba hev, ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteyên terorê“ standa îmzeyan û agahdarkirinê danî.
Di axaftina li çalakiyê hatin kirin de, hat diyarkirin ku tu palpişteke hiqûqî ya qedexeya li ser PKK’ê nîn e û hat destnîşankirin qedexeya li ser PKK’ê bêrêzî ye li gelê Kurd.
Di çalakiyê de gelek îmze hatin berhevkirin.