Li Moskowayê çalakiya 'Reqayê' hate lidarxistin

Li paytexta Rûsyayê Moskowayê Kurdan bi wesîleya salvegera rizgarkirina Reqayê ya li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAÎŞ’ê, çalakiyek lidar xistin.

Bi wesîleya 17’ê Cotmeha 2017’an salvegera rizgarkirina Reqayê, Kurdên Moskowayê û dostên wan li Mala Gel hatin cem hev.

Di çalakiyê de belgefîlmek li ser rizgarkirina Reqayê hate nîşandan.

Belgefîlm ji aliyê rojnamevan û derhênera Rûs Anastasiya Trofimova ve piştî rizgarkirina bajêr hat amadekirin.

Anastasiya ku beşdarî çalakiyê bû, bîranînên xwe yên pêngava azadiyê vegot û anî ziman ku di vê fîlmê de diyalog û jiyana rojane ya fermandar û şervanên YPG û YPJ'ê ku gelek ji wan şehîd bûne nîşan daye.

Anastasiya diyar kir ku fîlma "Rêwîtiya Reqayê" heta niha sêyemîn fîlmê wê ye û got ku ew têkoşîna rizgarkirina Reqayê gav bi gav şopandiye.

Anastasiya bal kişand ser rola şervanên YPJ'ê ya di rizgarkirina Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê de û got, ev şer bi saya têkoşîna jinan a li eniyên şer bi ser ketiye.

Di çalakiyê de Hevseroka Otonomiya Federal a Netewî-Çand a Kurdên Federasyona Rûsyayê Doktor Lîana Smoî û Hevseroka Meclîsa Kurd a Moskovayê Eka Kulîxan jî axaftin kirin.

Herdu axaftvanan bal kişandin ser girîngî û rola Şoreşa Rojava di Têkoşîna Rizgariya Neteweyî ya Kurd de.