Li Mantes la Jolîeyê meşa meşaleyî hat lidarxistin
Kurdistaniyên ku li banliyoya Mantes la Jolîe ya paytexta Fransa Parîsê hatin ba hev, Komploya 9’ê Cotmehê bi meşeke meşaleyî protesto kirin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.
Kurdistaniyên ku li banliyoya Mantes la Jolîe ya paytexta Fransa Parîsê hatin ba hev, Komploya 9’ê Cotmehê bi meşeke meşaleyî protesto kirin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.
Bi boneya 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li banliyoya Mantes la Jolîe ya paytexta Fransa Parîsê, meşeke meşaleyî hat lidarxistin. Bi dehan Kurdistanî tev li meşa ku bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Mantes la Jolîeyê hat organîzekirin, bûn. Di meşê de pankartên li ser “Azadî ji bo qasidê aştiyê Abdullah Ocalan” hat nivîsîn û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Azadî ji bo Ocalan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Girse ji îstasyona Mantes la Jolîe heta dêra mezin meşiyan û li vir ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz girtin. Piştre axaftin hatin kirin. Axaftvanan bal kişand li ser tecrîda girankirî û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Di çalakiyê de Kurdan got ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe ew ê li qadan bin.
Çalakî bi dirûşmeya “Azadî ji bo Abdullah Ocalan” bi dawî bû.