Li Lûzernê meşa ‘Em ê Şoreşa Rojava biparêzin’ hat lidarxistin

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ku di demên dawî de li ser Rojava zêde bûne, bi şiara “Em ê Şoreşa Rojava biparêzin” li bajarê Lûzern ê Swîsreyê meşek hat lidarxistin.

Bi pêşengiya Komîteya Rojava û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) li qada Muhleplatz a bajarê Lûzern ê Swîsreyê, Kurdistanî û Swîsreyî hatin ba hev û meşek li dar xistin.

Di axaftinên beriya meşê li ser navê Komîteya Rojava hatin kirin de, peyama parastina şoreşê ya li dijî hêzên dagirker û hevkarên wan ên dixwazin Şoreşa Rojava ya beriya 10 salan bingeha modela jiyana azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk lê hatin avêtin, bi fetisînin hat dayîn.

Hevserokê CDK-Lûzernê Ercan Guneş destnîşan kir ku dewletên Ewropayê, îro hem ji aliyê aboriyî ve hem jî ji aliyê firotina çekan ve hevkarê gef û êrîşên li ser Rojava ne û got: “Em ê li dijî van êrîşan, bi paradîgmaya azadiyê li parastina Şoreşa Rojava dewam bikin.”

Piştî axaftinan bi berzkirina dirûşmeyan li dijî êrîşên li ser Rojava banga parastinê hat kirin û girseyê dest bi meşê kir. Di mîtînga li qada Helvetîaplatzê hat lidarxistin de, guhdariya peyamên bi deng ên şervanên enternasyonalîst ji Rojava şandin, hat kirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.